Nobedarên vê hefteyê endamên FEDA'yê ne

Endamên Komîsyona Baweriyê ya FEDA'yê, nobedarên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' ne.

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, nêzî 6 sal in bi rengekî bê navber dewam dike. Di hefteya 308'an de endamên Komîsyona Baweriyan a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) nobed dewr girtin.

Koma ji bajarê Giessen ê Elmanyayê ku nobedarên hefteya bihurî bû, nobed radestî rêveberên FEDA'yê Ayten Şîmşîr, Velî Kaya û Mehmet Can kir.

Endamên Komîsyona Baweriyê ya FEDA'yê bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku parastina Ocalan li bîr û baweriya wan tê. Çalakgeran gotin, "Eger azadiya mirovekî ji dest hatibe girtin û ew mirov xizmetê ji bo başiya hemû mirovahiyê û aştiyê dike, weke sazî em ê timî li cem wî mirovî bin. Baweriya me vê yekê li me ferz dike."

Beriya niha gelek caran endam û rêveberên saziyên baweriyan ên weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Navenda Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) jî tevlî 'Nobeda Azadiyê' bûbûn. Gelek hunermend, xebatkarên çapemeniyê û nûnerên bi dehan sazî û komeleyên Kurdistaniyan di nava 6 salan de tevlî çalakiya nobedê bûn.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir, li cihekî ku saziyên Konseya Ewropa, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û Parlamenta Ewropayê heye, tê girtin.