BI DÎMEN

Nîlufer Koç: Ji bo me ya esasî azadiya Rêber Apo ye

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç anî ziman ku şert û mercên heyî yên Îmraliyê ewlehiya Rêber Apo misoger nakin û got, "Divê dewlet rîskê bide ber çavên xwe, bi lez tevbigere û gavên şênber biavêje."

NÎLUFER KOÇ

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK'ê û Endama Konseya Rêveber Nîlufer Koç li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ji ANF'ê re axivî.

Koç anî ziman ku piştî deh salan dîtina wêneyê Rêber Apo coş û moraleke mezin da wan û got, "Bi rastî jî kêliyeke dîrokî bû. Ev tablo encama gava dîrokî ya Rêber Apo bû ku bi biryardarî, îdîa û wêrekiyeke mezin hate avêtin. Bi têkoşîna mezin a 26 salên dawî re bi taybetî bi berxwedana Rêber Apo ya li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê û têkoşîna gerîla ya leheng a li dijî vê êşkenceyê pêwendiya xwe heye. Gel û tevgera Kurd di nava 26 salan de bê navber li gel Rêberê xwe li ber xwe da. Ev pêşketin jî encamek ji vê berxwedana mezin e.

Ji damezrandina tevgerê û vir ve careke din rastiya lêgerîna li çareseriya bi rêyên lihevkirin û aştiyane ya 50 salan hate destnîşankirin. Ev pêvajo cihê kelecanê bû. Bêguman her kesî ev yek bi heman rengî fêhm nekir, ji ber ku aliyên xwe yên îdeolojîk, stratejîk, dîplomatîk û siyasî hene. Lewma li gel hin derdoran bû sedema pirs û fikaran. Ev gelekî xwezayî ne ji ber ku avêtina gaveke bi vî rengî dîrokî pêvajoyek e ku demê dixwaze.

Gava ji aliyê gelê Kurd ve lê bê temaşekirin, ev fikar cihê fêhmkirinê ne. Ji ber ku gelê Kurd 100 sal in tiştekî erênî ji dewletê nedîtiye. Ji bilî rijandina xwînê, tundî û terorê tiştek nedîtiye. Gelekî ku ji dema Osmanî û vir ve li polîtîkayên qirkirinê rast tê, tiştekî xwezayî ye ku bi rengekî hay ji xwe heyî nêzî dewletê bibe. Lê belê Rêber Apo bi baweriya ji gel û hevrêyên xwe ev gava mezin avêt. Li ser bingeha vê baweriyê ast bilind kir Di pêvajoyên bi vî rengî yên danûstandinê de rasthatina li rewşeke bi vî rengî zehmet e. Dema ku mirov bala xwe didin ser mînakên Katalonya, Bask û Efrîkaya Başûr mirov pêngavên bi vî rengî yên polîtîk nabînin. Lewma ev gav gelekî girîng e û li tevahiya cîhanê weke gaveke dîrokî tê nirxandin.

Li aliyê din jî fikar û pirs hene. Gelo dewleta Tirk wê bersiveke çawa bide vê bangê? Siyaseta qirkirinê ya 100 salî wê bi carekê bê guhertin? Gavên ku dewlet biavêjin wê diyarker bin. Lê belê divê têkoşîn û berxwedana me dewam bike. Eger em zextê nekin, dewlet mîna ku berê kir dibe ku careke din hewl bide demê bi dest bixe û xwe ji krîzên heyî rizgar bike. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên bi guman û rexne xwezayî ne. Em ê bibînin bê dewlet wê bersiveke çawa bide."

'JI BO ME YA ESASÎ AZADIYA RÊBER APO YE'

Nîlufer Koç bal kişand ser gotina dawî ya Sirri Sureyya Onder ku piştî xwendina peyama Rêber Apo anî ziman û diyar kir ku ew hevok gelekî girîng e. Nîlufer Koç got, "Di metna Tirkî de nehatibe bicihkirin jî di wergera bi zimanên biyanî de hate bicihkirin. Ji xwe Rêber Apo ew gotin di dema amadebûna heyetê de anî ziman. Di dîmenan de jî ew gotin heye.

Yek ji pirsên ku bi giranî tê pirsîn ew e ku li pêşberî van gavên mezin çi hate xwendin? Bersiva vê jî weke ku Rêber Apo di hevoka dawî de got, zemîna siyasî û hiqûqî ye. Yanî Tirkiyeyeke demokratîk e. Ji bo veguherîna demokratîk bangek hate kirin ku Kurd û gelên din karibin bi nasnameya xwe hebin û bi çand û zimanê xwe bi rengekî azad bijîn.

Aliyê din jî, xwefesihkirina PKK'ê û destberdana ji çekan ne tiştekî welê ye ku yekser bê kirin. Ji bo vê gavên cihê baweriyê û garantî divê. PKK tevgereke welê ye ku mohra xwe li dîroka Kurdistanê ya 50 salî xistiye. Rêber Apo bang li PKK'ê kir ku kongreyê pêk bîne. PKK û hêzên wê, di çarçoveya prosedurên navxweyî de wê vê pêvajoyê binirxînin.

Beriya niha Mûrat Karayilan jî gotib, bangeke bi dîmen a Rêber Apo têrê nake. Di kongreyên PKK'ê de Rêber Apo her tim raporên polîtîk pêşkêş kir û perspektîf da. Niha ji bo pêvajo bi lez bi pêş ve biçe divê Rêber Apo di nava şert û mercên azad de banga xwe yekser ragihîne.

Ji bo Kurdên li dîasporayê bi taybetî jî Kurdên li Ewropayê ev pêvajo gelekî girîng e. Di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji xwe pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' hate destpêkirin. Ev kar dewam dike û em di vê daxwaza xwe de yanî di azadiya Rêber Apo de bi israr in. Ji qada navneteweyî piştgiriyeke xurt ji banga Rêber Apo re hat. Hem dewletan hem jî Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyan ev rewş bi erênî pêşwazî kirin.

Di çarçoveya vê pêngavê de me digot, rêya aştiyê bi azadiya Rêber Apo dibe. Em di vê daxwaza xwe de israr dikin. Di vê mijarê de daxwaza PKK'ê wê çi be nizanim, lê belê weke yên li derveyî welat ji bo me azadiya Rêber Apo esas e."

'DIVÊ DEWLET Û DESTHILATDARÎ ZIMANÊ XWE BIGUHERÎNE'

Di dewama axaftina xwe de Nîlufer Koç bal kişand ser girîngiya guhertina ziman û got, "Divê êdî gotinên weke 'Me filan qedand,', 'terorê' bêne terikandin. Divê ev ziman bê guhertin. Rêber Apo di vê mijarê de samîmiyeta xwe nîşan da. Rîskek mezin da ber çavên xwe û ev kir. Wê demê divê dewlet jî di vê mijarê de gavê biavêje. Divê di asta herî bilind de destpê bike û vî zimanî biguherîne. Ji ber ku ev ziman zorê dide gelê me. Ev ziman karê me zehmet dike. Lewma bi dîtina min divê ev ziman bê guhertin."

'METIRSÎ HEYE KU KOMKUJIYÊN MÎNA YA LI PARÎSÊ RÛ BIDIN'

Têkildarî metirsiyên li ser pêvajoyê jî Nîlufer Koç got, "Dixwazim ji pêvajoya 2013'an mînakê bidim. Hevdîtin di meha Kanûnê de fermî bûn. 9'ê Çileya 2013'an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Êrîşeke gelekî giran hate kirin ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz bû hedef. Rêber Apo piştre got, 'Ev yek li hemberî min bû. Ha Sakîne, ha ez'.

Lewma bûyerên bi heman rengî her tim dikarin rû bidin. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn nayê zanîn bê bûyerên bi çi rengî biqewimin. Em hîn di destpêka pêvajoyê de ne. Gaveke ku ji aliyê dewletekê ve hate avêtin li gorî berjewendiyên dewleteke din e yan na; di vê mijarê de hevrikî heye. Her wiha di nava dewletê bi xwe de jî dijberî heye. Ji ber vê yekê hevsengiyên navxweyî timî homojen nîne. Lewma divê mirov baldar bin. Komkujiya li Parîsê wê demê peyameke girîng bû li hemberî me. Wê demê mekanîka darbeyê kete dewrê. Bi armanca pêşîgirtina li pêvajoyê destwerdanek kir. Îro jî divê haya me ji rewşeke bi heman rengî hebe. Lewma Rêber Apo destnîşan kir ku divê bi lez tevbigerin.

Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje. Ji ber ku eger Rêber Apo li Îmraliyê di nava şert û mercên heyî de bê ragirtin, ev yek wê jiyana wî garantî neke. Ya ku ewlekariya Rêber Apo pêk bîne tevger e. Şert û mercên heyî yên Îmraliyê ji ber vê yekê pirsgirêkeke cidî ye. Her wiha yên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin wê her tim hebin. Mînak, dibe ku bûyerên mîna komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an biqewimin. Me ji xwe tecrûbeya wê kir. Ji ber vê yekê divê bi lez tevbigerin."