Li Wanê bertekên li dijî desteserkirina vînê didomin

Desteserkirin û tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di civîna meha Adarê ya meclisê ji hêla şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyan hat protestokirin.

Di civîna meha Adarê ya meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyan desteserkirina şaredariyê bi hilgirtina wêneyên Hevşaredarên Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, protesto kirin.

Herdu hevşaredar bi taybetî beşdarî civîna li navçeya Ebexê bûn.

Di civînê de destpêkê Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay Gundogdu axivî û diyar kir ku hevşaredar vîna şaredariya bajarê mezin in. Hevserokê din Fettah Hasçelîk bertek nîşanî AKP'yiyên ku li dijî polîtîkayên qeyûman derneketine da.

Abdullah Zeydan diyar kir ku bi biryara ku hatiye girtin desteserkirina vîna gel e û got, “Vîna gelê Wanê hatiye desteserkirin. Lê tevî her tiştî jî em ê bi sebir têkoşîna jiyana hevbeş, demokrasî û aştiyê bidomînin. Em ê di demek nêz de van dizan bişînin."

Neslîhan Şedal jî got, “Em li dijî îtaetiya ku AKP’ê afirandiye, li ber xwe didin. Vîna gelê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan e. Em rê nadin kesên ku vîna gel talan dikin.”