Nêzîkatiyên xirab raberî girtiyên di grevê de dikin

Li hemberî girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê di grevê de ne nêzîkatiyên xirab raber dikin, tavêjin ser qawîşên wan.

Çalakiya greva birçîbûnê yê bêdem û dorveger ku girtiyên PKK-PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dabûn destpêkirin, di roja 9’an de bi koma duyemîn didome. Li girtîgehan nêzîkatiyên xerab li girtiyên ku ketine greva birçîbûnê tê kirin. Yek ji van girtîgan jî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ye.

Bavê girtî Emrecan Demîr ku li vê girtîgehê di çalakiya greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr, diyar kir ku kurê wî bi rêya telefonê jê re ragihandiye ku şekir, ava fîkî û pêwistiyên din ên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dayîn û got: “Kurê min got ku 11 kes li girtîgehê dimînin û bi koma duyemîn greva birçîbûnê didomînin. Piştî destpêkirina greve rojê 3 caran davêjin ser qawişê wan û amûrên wan ji hev dixînin û pirtûk û pênûsên wan desteser dikin.”

Demîr destnîşan kir ku kurê wî dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019’an de jî 106 di grevê de maye û vê peyama kurê xwe parve kir: “Heta tecrîda li girtîgehê û Îmraliyê rabe wê çalakiya me bidome. Îro ne tenê girtîgeh, li ser civakê jî tecrîdek heye. Em li dijî vê polîtîkayê di çalakiyê de ne.”

Demîr, herî dawî ji ber nêzîkatiya xerab a li kurê xwe û hevalên wî yên di greva birçîbûnê de tê kirin banga hestiyariyê li rêxistinên mafê mirovan û raya giştî kir.