Nêzîkatiya li hemberî girtiyê nexweş, dê nêzîkatiya me diyar bike

Nêzîkatiya li hemberî girtiyê nexweş, dê nêzîkatiya me diyar bike

Rewşa girtiyê bi navê Ugur Tekdal yê di girtîgeha Tîpa F ya Kandrayê de ye her diçe xerab dibe. Haval û malbata wî li Amedê kampanya dan destpêkirin û tê xwestin ku Tekdal û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ji malbata Tekdal Halîse Baltaş wiha got: “Ger  ku hikûmet dixwaze em baweriya xwe ya bo pêvajoya çareseriyê bidomînin, divê demildest girtiyên nexweş bedrin.”

Ugur Tekdal di 2012’an de di bûyereke êrîşên li dijî xwendekarên kurd, ligel ku hat tespîtkirin ku azmunê de ye jî bi îdiaya ku ‘bi qestî kes kuştiye’ hat binçavkirin û piştre hat girtin. Niha di girtîgeha Tîpa F ya Kandaryê de ye.  Tekdal û du hevalên xwe ji ber  bûyera teqîna di tuwaleta jinan a Zanîngeha Stenbolê pêk hatiye tên cûdarkirin.  Der barê Tekdal de muebeta giran tê xwestin û 57 sal ceza tê xwestin.

30 KÎLO DAYE, NEKARE ÇAVÊN XWE VEKE

Xizmên Tekdal ji ANF’ê re axivîn û gotin: “Roja çarşemê hevdîtin ebû. Rewşaî gelek xerab bû. Ji 70 kîloyî daketiye 40 kîloyî. Nekare li ser piyan bisekine. Çavên xwe nekarîbû veke. Nexweşiyên wî yên ulseratîf kolît û glokom hene.  Li girtîgehê tedawiyê nabîne.  Girtîgeh dermanên wî nade.  Bi vî awayî nexweşiya wî pêşve çûye.”

Xizmên wî diyar kirin ku divê Tekdal demildest tedawî bibe û got: “Her wiha ligel ku tu sûcê wî tune û bi belgeyan hatiye îspatkirin jî tê girtin. Ji ber vê zêdetir xerab dibe. Divê di demek nêzîk de hem ew û hem jî hevalên wî bên berdan.

KAMPANYAYA ÎMZEYAN

Li Amedê ji bo Tekdal û girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Xizmê Ugur Tekdal, Halîse Baltaş der barê bûyerê de wiha got: “Kampanya bi pêşengiya DODEF hat despêkirin. Me malbata Ugur li kolana Hunerê stand vekir. Îmzeyan berhev dikin. Ev îmze dê bi hevkariyaparêzeran bigihêje Wezareta Dadê.”

Baltaş wiha got: “Bendewariya xizmên girtiyan ji hikûmetê heye.  Lê hêj edelet nehatiye.  Hikûmetan her tim behsa biratî, wekheviyê dikir. Lê mixabin di pratîkê de tuenbû. Hikûmet ger bi rastî dixwaze em bi pêvajoya aştiyê bawerin divê pêngavê erênî bavêje û  girtiyên nexweş demildest serbest berde.”