BI DÎMEN

Newroza Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Stenbolê de axivî û got ku mifteya çareseriya pirgirêka Kurd, li Îmraliyê ye û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

NEWROZ

Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ku bi sed hezaran kes tevlî bûn didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di Newrozê de axivî û wiha got: “Newroz, têkoşîna Hrant Dînk, Dayika Berfo, Dayikên Şemiyê, Berkîn Elvan û Emîne Şenyaşaran a li dijî desthilata AKP-MHP’ê ye.” Bi domdarî Bakirhan silavên girtiyên siyasî ji girseyê re got û Newroz li girtiyên siyasî pîroz kir û ev tişt got: “Em ê tecrîdê têk bibin û hemû girtiyên siyasî azad bikin.”

‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’

Bakirhan diyar kir ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û wiha dirêjî da axaftinên xwe. “Hêj jî qala tanq û tifingan dikin. Pirsgirêka Kurd bi rêya guftûgoyê dikare were çareserkirin. Dê sedsala duyemîn a komarê bibe sedsala çareseriya pirsgirêka Kurd. Gelê Kurd dê têkoşîna xwe ya li dijî zaliman bidomîne. Em careke din bang dikin; nifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Em hêj ji li gel deklarasyona Birêz Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an de ne.

DIVÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE

Em ê bi hev re tecrîdê têk bibin û hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de bi tenê nehêlin. Rojên xweş nêz in. Îro roja xwedîderketina li zimanê dayikê, mezinkirina têkoşîna hevpar û avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Îro roja bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e.

Dê gelê me rengê 31’ê Adarê diyar bike. Em ê li her derê bi ser kevin û qeyûman bişînin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê em ê bi alîkariya we bajarên xwe birêve bibin.”

DEMÎR: EM KAWAYÊN BERXWEDÊR IN

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr jî wiha got: “Em mîna çeman diherikin û bicoş in. Em ê li dijî vê pergalê yekitî û têkoşîna xwe bi agirê Newrozê geş bikin. Newroza 2024’an dê yekitiyê mezintir bike. Bijî berxwedana me. Her wiha li ser Birêz Abdullah Ocalan rejîmeke taybet a êşkenceyê heye. Li girtîgehan jî bi hezaran girtiyên nexweş bi vê pergala êşkenceyê re rû bi rû ne. Em mecbûr in ku vê pergalê serûbin bikin. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî tavilê azad bibin. Divê Birê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Em dibêjin ku polîtîkayên tecrîd û şer tenê dema bi Birêz Abdullah Ocalan re li ser maseyê rûnin dikare rabin û aştî pêk bê. Ev roj dê bên û gelek dûr nînin.”

Şahiya Newrozê bi stran û gerandina govendê berdewam dike.