Newroza Manîsa û Mersînê: Wê tecrîd bişkê!

Li Manîsa û Aydinê bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan. Di pîrozbahiyan de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin hate gotin, “Tecrîd wê bişkê!”

Îsal li Manîsayê bi dirûşmeya, ‘Em ê teqez bi ser bikevin-tecrîdê bişkînin’ bi coşeke mezin pêk tê. Gelê Mersînê bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bû. Li qada newrozê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, "Bijî berxwedana Leyla’yê", "Gelê Kurd azad e wê azad bimîne” û li ber stranan govend hat gerandin.

Di pîrozbahiyê de namzedên hevşaredariyê yên HDP’ê Nacî Sonmez û Hatîce Aslan axifîn û û gotin wê tecrîd bi berxwedanê bişkê. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay, diyar kir ku bi giyana Sêvê, Pakîze û Fîgenan cejna Newrozê pîroz dikin û berxwedana Leyla Guvenê silav kir.

Wekîla HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî axivî û got, “Bi berxwedana Leyla Geven û hevrêyên zindanan wê tecrîd bişkê” û diyar kir ku wê 31’ê Adarê li Manîsayê dîrok binivîsin.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û li ber stranên Koma Hîvron govend hat gerandin.

AYDIN

Rêzxistina HDP’ê ya Aydinê jî bi dirûşmeya, “Em ê teqez bi ser bikevin li navçeya navendê Efelerê Newroz pîroz kir. Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik û endamên Meclîsa Navendî yaHDP’ê, tevlî pîrozbahiyê bûn.

Işik diyar kir ku Serhed, Botanê di berxwedanê de silav dike û bal kişand ser berxwedana Leyla Guven. Her wiha Işik anî ziman ku hilbijartina xwecihî bi serkeftineke mezin li benda me ye.

Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê dewam kir.