Newroza Kocaeliyê: Ev agir wê li Amedê hîn gurtir bibe

Di şahiya Newrozê ya li Kocaeliyê de peyama “ev agir wê li Amedê hîn gurtir bibe” hate dayîn.

LI KOCAELÎ NEWROZ

Li Kocaeliyê, Newroza 2024’an bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Baxçeyê Millet a navçeya Daricayê de hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi coşeke mezin dest pê kir. Welatiyên govend gerandin gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Polîsan nehiştin welatî tiştên xwe yên bi rengên kesk û sor û zer têxin qadê. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo  kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

Piştre hevserokên navend û navçeyan yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û namzetên hevşaredariyê vexwendin ser dike. Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê bertek nîşanî astengkirinên li qada Newrozê da. Gergerlîoglû bang li Waliyê Kocaeliyê Seddar Yavuz kir û wiha got: “Tu Waliyê Kocaeliyê yî yan serokê AKP’ê yê bajar. Ciwanan naxin qada Newrozê. Zarokek bi xaltiya xwe re hatiye lê destûr nadin ji ber dayik bi zarok re nîn e. Em di Kîjan çaxê de dijîn. Gelek pirsgirêkên vî bajarî hene. Lê derde walî çi ye; Ez rengan nexim qada mitîngê.”

Pey Gergerlîoglu Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pîroz kir. Otlû axaftina xwe wiha domand: “Em bi hev re dengê Jîna Emînî ya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya li Îranê dest pê kiriye û li Rojhilat bilind dibe, biqêrin.  Dê agirê me li Amedê gurtir bibe. Em ê wek çîna karkeran bibin yek û hêza xwe nîşanî wan bidin. Em ê di vê hilbijartinê de Kocaeliyê bi dest bixin yan na? Em ê mal bi mal bigerin yan na? Em nîşan bidin bê ka di vî welatî de kurd, şoreşger, sosyalîst hene yan na? Wê çaxê em hebûn, em hene, em ê hebin. Li dijî yên ku me tune dihesibînin, qetil dikin; bijî azadî, bijî Newroz, bijî sosyalîzm."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak jî kesên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Kirkazak bertek nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatê da û ev tişt gotin: “Hêj jî polîtîkayên şer didomînin. Her roj bi Iraqê re hevdîtinan pêk tînin. Heke pirsgirêka kurd were çareserkirin dê gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Divê em wek gelên Tirkiyeyê û kurd di vê hilbijartinê de têbikoşin. Ez dibêjim em ê bi vê hêz û îradeyê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Gelek kes li dor agirê Newrozê govend gerandin û hinek jî xwe ji ser agir avêtin.