Newroza Akdenîzê: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza Akdenîzê axivî û got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan em têkoşînê mezin bikin."

Xelkê Mersînê bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serketinê ye" ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe ber bi Qada Mîtîngê ya Tirmil a li navçeya Akdenîzê. Ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Tevlîbûna zêde ya jin û ciwanan bal kişand.

Bi dirûşma "Bijî Serok Apo" girseya gel derbasî nava qada pîrozbahiyê. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan Nobeda Edaletê derbasî qada Newrozê kirin. Bi dirûşman daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin.

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan peyamên Abdullah Ocalan ênö ji bo Newrozên berê xwend.

'DEM AHTIYE KU TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BÊ ŞIKANDIN'

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî Newroz li gel pîrzo kir û diyar kir ku ji bo azadiya girtiYên siyasî ew li qadan têdikoşin.

Esengul Demîr bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "Dem hatiye ku tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Niha dema çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Dem dema misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Dem dema azadiyê ye."

'NAVNÎŞANA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK ÎMRALI YE'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî silav da gel, Newroz pîroz kir.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku çareseriyeke desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo pirsgirêka Kurd nîne û bal kişand ser hilbijartinên xwecihî.

Kiliçgun Ûçar ji bo Şaredariya Akdenîzê got, "Em ê bi hev re Akdenîzê werbigirin. Em biharê, DEM'ê tînin Akdenîzê."

Pîrozbahiya Newrozê ya li Akdenîzê bi stranên Erdogan Emîr û Sîmyager bi dawî bû.