Newroza Îzmîrê: Dem dema azadiyê ye!

Bi hezaran kes tevlî şahiya Newrozê ya li Îzmîrê bûn û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk tê, wê berxwedana me bidome.”

NEWROZA ÎZMÎR

Qada Gundogdû ya Îzmîrê bi coşa Newrozê ya hezaran kesan hate dagirtin. Di tevahiya rojê de girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” herikîn qadê.

Jin bi cil û bergên gelêrî yên reng û reng û ciwan jî bi şal û şepikan li qadê cih girtin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi coş dewam kir.

Ji serokatiya Komîteya Amadekar a Newrozê Hacay Yilmaz û Hevserokên Îzmîrê yên DEM Partiyê Rezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş diyar kirin ku ew bi ruhê Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan li Qada Gundogdû Newrozê pîroz dikin û destnîşan kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ew ê têbikoşin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê dayikên di Nobeta Edaletê de, Peyrûze Kûrt axivî.

Peyrûze Kûrt wiha got: “Heta ku deriyên zindanê venebin, em dest ji têkoşînê bernadin. Newroz li hemû gelan pîroz be.”

Piştre dayikên di Nobeta Edaletê de, Keça Mûsa Anter Rahşan Anter û xwişka mezin a Zekiye Alkan Meziyet Çaglar agirê Newrozê pêxistin.

Piştî agir hat berdan, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya DEM Partiyê Akin Bîrdal û Turkan Aslan Agaç derketin ser dikê.

Bîrdal diyar kir ku agirê Newrozê rêya wan ronî dike û got: “Rêya me rêya sêyemîn e. Rêya me rêya aştî, wekhevî, azadî û kedê ye.”

Turkan Agaç jî wiha got: “Em ji bo rêveberina Îzmîrê namzet in. Em demokrasiya xwecihî diparêzin. Em dixwazin bi gel re şaredariyan bi rê ve bibin” û bang kir ku di 31’ê Adarê de her kes dengê xwe bide partiya wan.

Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî wiha got: “Dixwazin vî welatî bi rejîma yek zilamî bi rê ve bibin. Em ê rejîma qeyûm di 31’ê Adarê de tune bikin.”

Ji Hevberdevkiya HDK’ê Cengîz Çîçek jî bal kişand ser pirsgirêkên welêt û got: “Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Birêz Ocalan.”

Çîçek peyamên Newrozê yên Abdullah Ocalan xwendin û destnîşan kir ku têkoşîn wê bidome.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Newroza îro bersiva 31’ê Adarê ye.” Bi domdarî Uçar Newroza îsal weke Newroza azadiyê pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xwedîderketina me ya li deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan bidome. Ji vê Newrozê ve em ê Îzmîrê bikin sembola azadî, xwişk-biratî û aştiyê.” Her wiha Uçar bal kişand ser jinên hatine qetilkirin û got ku ew li dijî îktîdarên êrişkar bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin. Ûçar ev peyam jî da: “Dem dema azadiyê ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk tê, wê berxwedana me bidome.”

Di pîrozbahiya Newrozê de piştre jî hunermend Diljen Ronî, Koma Agirê Zerdeşt û Sorjiyan derketin ser dikê.