Neteweyên Yekbûyî li ser şerê li Yemenê hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo pêşî li giranbûna şerê navxweyî yê li Yemenê were girtin û bes mirov ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest bidin, hişyarî da aliyan.

Daxuyanî bi navê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hate weşandin û hişyarî li aliyan hate kirin ku aloziya li Yemenê sor nekin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku roja Duşemê paytext Sana ji aliyê yekîneyên Siûdî ve hate bombekirin û ji Yemenê jî ber bi paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê fuze hatin avêtin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, avahiyeke hikumetê ya li paytext Sanayê ku ji aliyê balafirên şer ên Siûdî ve hate bombekirin, li semtekê ye ku sivîl lê gelek in. Her wiha hate gotin ku milîsên Şîa Hûsî jî fuzeyan diavêje paytexta Siûdî Riyadê.

Berdevk Stephane Dujarric daxuyaniya Sekreterê Giştî xwend û got, "Sekreterê Giştî ji bo pêşî li şensê xwegihandina aştiyê neyê girtin, bang li her du aliyan kir ku aloziyê giran nekin."  Dujarric destnîşan kir ku daxwaza Neteweyên Yekbûyî ya bi taybet ew e ku bes sivîl bên kuştin.

Ji ber şerê navxweyî yê Yemenê heta niha nêzî 10 hezar mirov hatine kuştin, 54 hezar kes birîndar bûne û zêdeyî nîv milyonê nifûsa welêt birçî ye. Rewşa li Yemenê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke "krîza herî mezin a mirovahiyê ya li cîhanê" hatibû binavkirin.