Neteweyên Yekbûyî der barê DAÎŞ'iyan de bang kir

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mechelle Bachelet der barê DAÎŞ'iyên girtî û malbatên wan bang li dewletan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Rûniştinên Mafên Mirovan ên 41'emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li ofîsa NY a Cenevreyê dest pê kirin. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet di destpêka civînê de axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li gelek welatan. Bachelet anî ziman, der barê mafên mirovan, guhertina avhewayê û polîtîkayên cihêkariyê yên dijî jinan de wê zêdeyî sed rapor di dema rûniştinên civînê de bên nirxandin.

Bachelet got, "Ez dixwazim bi mijareke ku gelek aktor naxwazin bibînin dest bi axaftina xwe bikim" û diyar kir, "Piştî têkçûna DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê zêdeyî pêncî û pênc hezar gumanbarên DAÎŞ'iyan û malbatên wan hatin destgîrkirin. Piraniya wan Sûriyeyî yan jî Iraqî ne. Li gorî îdîayan zêdeyî yanzdeh hezar şervanên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên ji pêncî welatên cuda li Kampa Holê ya li bakurrojhilatê Sûriyeyê ne."

Bachelet diyar kir, her kesên gumanbar divê bi rengekî adîl bên darizandin û bang li dewletan kir ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigerin.

Bachelet bi bîr xist ku bi hezaran malbatên DAÎŞ'î li Sûriye û Iraqê ne û dewletên wan rexne kir ku mirovên xwe wernagirin.

Bachelet bal kişand ser rewşa li Îdlibê jî û got, "Bûyer û şerê li Îdlib û rojavayê Helebê dema dawî diqewimin cihê fikaran e."

Rûniştinên Neteweyên Yekbûyî yên der barê mafên mirovan wê heta 12'ê Tîrmehê bidomin.