NAV-YEK deng bidin dengê qêrîna Leylayan!

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK) û hemû pêkhateyên wê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê Kurd hemû kesên demokratîk û alîgir kir ku bi girseyî tevlî çalakiya sibe ku wê li Kolnê bê lidarxistin bibin.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) ragihand ku çalakiya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatî destpêkirî îro li seranserî cîhanê belav bûye û got: “Leyla Guven yekemîn meşaleya ji agir rakir, ji nû ve ronahiyek da destpêkirin û bi pêngaveke dirokî li hemberî tarîtiya dewleta Tirk, bêdengî û bêhuqûkîtiya Parlemena Ewropa û CPT rawestiya.”

NAV-YEK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

'LEYLA MEŞALEYA DESTPÊKÊ RAKIR'

“Ji bo şikandina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 3 meh bûn bi pêşengtiya Leyla Guven, ku berxwedaniya rûmetê tê meşandin, li tevaya cihanê çalekiyên rojiyên birçîbûnê berdewam in.

Em civaka Êzîdî û pêkhateyên wê piştevaniya berxwedêrên girevên birçîbûnê dikin, doza wan weke çarenûsa azadiya gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û Kurdên li seranserî cihanê bûne penaber dibînin.

Leyla Guven yekemîn meşaleya ji agir rakir, ji nû ve ronahiyek da destpêkirin û bi pêngaveke dirokî li hemberî tarîtiya dewleta Tirk, bêdengî û bêhuqûkîtiya Parlemena Ewropa û CPT rawestiya.

‘BI RUHÊ ŞOREŞGERIYÊ MEŞALEYA AZADIYÊ HATIYE RAKIRIN’

Birêz Leyla Guven bi vê pêvajoya rûmetê armanc kir ku piştî 20 salan tecrîta li ser Rêbere Gelê Kurd dawî bibe. Em dibînin edî bi sedan bi ruhê şoreşgerî meşaleya azadiyê li Mexmûr, Hewlêr, li girtîgehên Tirkiyê û li Strasboûrg rakirine û li tevahiya cihanê bi evîneke mezin belav dibe.

BANG

Bi dûrişmeya ‘Em ê tecrîtê bişkînin’ em bang ji gelê kurd û hemû kesên xwe demokrat dîbinin dikin; ku bi girseyî tevlî çalakiya navendî ya sibe li Kolnê bê lidarxistin bibin.

Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet banga me, bi taybet ji civaka Êzîdiya re, bi pêşengtiya jin û ciwanan bi giyana berxwedana dîrokî tevlî vê çalakiya navendî bibin û deng bidin qêrîna Leylayan!”