NAV-DEM: Em sibe biçin ser sindoqan; ji AKP'ê xilas bibin!
NAV-DEM bang li hilbijêrên li Elmanyayê kir ku biçin ser sindoqan û got, "Ên ku nikarin biçin bila ji komîsyonên hilbijartinê yên li bajaran alîkariyê bixwazin."
NAV-DEM bang li hilbijêrên li Elmanyayê kir ku biçin ser sindoqan û got, "Ên ku nikarin biçin bila ji komîsyonên hilbijartinê yên li bajaran alîkariyê bixwazin."
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Elmanyayê (NAV-DEM) ji ber ku sibe wê dengdana hilbijartinên 24'ê Hezîranê dest pê bike, bi daxuyaniyekê bang kir ku her kes biçe ser sindoqan.
'LI DOR HDP'Ê BLOKA HERÎ BERFIREH A DEMOKRASIYÊ ÇÊBÛYE'
NAV-DEM'ê bi daxuyaniya nivîskî de bal kişande ser bloka demokrasiyê ya ku li dora HDP'ê civiyayî, got, "Ev tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ye. Ya ku ev rewş anî jî xeta azadîxwaz û demokratîk a HDP'ê ye."
NAV-DEM'ê bi dewamî diyar kir ku tenê bi serketina HDP'ê desthilatdariya AKP'ê dikare biçe û wiha domand, "Ji bo vê jî hemû hêzên demokrasiyê li dora HDP'ê bloka demokrasiyê ya berfireh ava kirine."
'ÊN KU JI AKP'Ê NE XWEŞ IN DIVÊ DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê
NAV-DEM'ê her wiha diyar kir ku tenê bloka demokrasiyê dikare Tirkiyeyê ji tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê xilas bike û got, "Ên ku bi rastî jî dixwazin ji faşîzma AKP'ê xilas bibin divê dengê xwe bidin HDP'ê. Hemû armanca AKP'ê ew e ku nehêle HDP ji bendê derbas bibe. Hemû derdorên ji AKP'ê nexweş divê dengê xwe bidin HDP'ê û şeqamekê li AKP'ê bixin."
NAV-DEM'ê bi taybetî bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê kir ku dengê xwe bidin û wiha dewam kir, "Ên ku nikarin biçin, bila ji komîsyonên hilbijartinê yên bajaran alîkariyê bixwazin. Li ser vê mijarê meclîsa me di xizmeta gel de ye. Dengê xwe yê ku dikare her tiştî biguherîne teqez bidin."
NAV-DEM'ê bang li hemû pêkhate, meclîs, saziyên neteweyî, komîte û komîsyonan kir ku karê wan ê bingehîn hilbijartin be.
Li 13 bajarên Elmanyayê di navbeyna saet 09.00-21.00'an de wê deng werin dayin.