NAV-DEM: Em bi xurtî beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bibin
NAV-DEM: Em bi xurtî beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bibin
NAV-DEM: Em bi xurtî beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bibin
NAV-DEM'ê, ji bo çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê banga beşdariyê li Kurdên li Emanyayê kir.
NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Xwedîderkertina li berxwedana Kobanê, xwedîderketina li mirovahiyê ye."
NAV-DEM'ê ragihand ku bi desteka hêzên paşverû yên herêmê û hikûmeta AKP'ê re, çeteyên DAIŞ'ê beriya du meh û nîvan li dijî Kobanê dest bi êrîşeke dijmirovahiyê kirine û got, "Li Kobanê, YPG, YPJ û gelê Kobanê bi berxwedaneke destanî çeteyên DAIŞ'ê şikandin, gelek gund û herêm ji çeteyan paqij kirin."
NAV-DEM'ê da zanîn, ku têkçûna çeteyan hêzên herêmî û Tirkiye ya destekê dide wan xistiye nava panîkê û bibır xist, ku çeteyên DAIŞ'ê pêr di sînorê Tirkiyeyê re di bin çavdêriya leşker û dewleta Tirk de êrîşî Kobanê kirine.
NAV-DEM'ê, bi armanca xwedîderketina li Kobanê bang li hemû navendên civakî, gelan û saziyan kir ku dakevin kolanan û tevlî çalakiyan bibin.
NAV-DEM'ê her wiha ji hemû demokrat, sosyalîst û alîgirên biratiyê jî xwest, ku ji îro û pê ve cihê xwe di nava çalakiyan de bigirin.
Cih û dema çalakiyan jî bi vî rengî ye:
1 KANÛN
Kassel
Meş wê li Scheidemannplatz'ê saet di 18.00 de destpê bike
Hildesheim
Mîtîng wê li ber stasyona navendî saet di 16:00 de destpê bike
Hannover
Mîtîng wê li ber stasyona navnedî saet di 18:00 de destpê bike
Bonn
Mîtîng wê li navenda bajêr saet di 16:00 de destpê bike
Hagen
Meş wê li ber stasyona navendî saet di 17:30 de destpê bike
Duisburg
Meşa ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û saziyên Elman ve tê organîzekirin wê li Königstr-Averdunkplatz'ê saet di 17:00 de destpê bike
2 KANÛN
Stuttgart
Mîtîng wê li pêş Konsolosiya Tirk saet di navbera 13:00 - 16:00 de pêk were
3 KANÛN
Saarbrücken
Mîtîng wê li Eurpagalari'yê saet di 17:00 de pêk were