Namzetên parlementeriyê yên HDP’ê daketin qadan

Namzetên parlementeriyê yên HDP’ê xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê didomînin. Stenbol, Enqere û Hatay jî tê de li gelek navendan namzet bi gel re civiyan.

Rêxistina Bajêr a Hatayê ya HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Karaagac ya Îskenderdûnê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên HDP’ê Bariş Atay, Kerem Nalbant, Mîthat Mîroglû, Yilmaz Bayram, Çetîn Sakalli û rêveberên HDP’ê tevlê vekirina buroyê bûn.

Atay li vê derê axivî û got, “24’ê Hezîranê ew ê bibe dîroka azadî û demokrasiyê. Em kêşeyên gel çareser bikin. Ji bo ku HDP bi ser bikeve divê têkoşîna li kolanan biçe meclîsê û dengê gelên bindest jî di bin banê HDP’ê de werin ba hev. Em amade ne, hemû kêşeyên gelên bindest çareser bikin.”

STENBOL

Namzetên parlementeriyê yê HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li tax û semtan bi gel re civiyan.

Ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Tûzlayê li ser pira Tûzla Tersaneyê belavok hatin belavkirin. Namzetên HDP’ê yên herêma 1’emîn ên Stenbolê Mûsa Pîroglû, Sema Ûçar, Sûltan Karasû, Melekfer Borak Tûrgût û Cansû Îrem Kalender tevlê bûn. Pîroglû bangî karkeran kir û got, “Em têkoşîna xwe di nav HDP’ê de xurttir bikin.”

Rêxistina Navçeya Beyoglûyê ya HDP’ê jî tevî hevserok û xebatkaran çûn serdana malan.

Rêxistina Navçeya Şîşliyê ya HDP’ê jî li pêşiya Cevahîr AVM’ê stand vekir û belavok li gel belav kir.

Li Taxa Cîhangir a Avcilarê, li Taxa Zeytînlîk a Bakirkoyê, li taxên Bogazkoy û Îmrahor ên Arnavûtkoyê jî bi tevlêbûna namzetên parlementeriyê Abdulhakîm Daş û Songul Buyukpinar serdana esnafan hate kirin.

KOCAELÎ

Namzetê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû li navçeya Gebzeyê di çarçoveya xebatên hibijartinê de serdana şaxê Sendîkaya Kar-Yekbûyî Metal kir. Gergerlîoglû axivî û wiha got; “Em ê pirsgirkên karkeran li Meclîsê bi denge herî bilind bînin rojevê û em ê destûr nedin binpêkirinên mafên sendîkayan. Di 24’ê Hezîranê de desthilatdariya ku xwe li ser keda karkeran xwedî dike wê biçe.” Namzeta HDP’ê Yasemîn Uçer jî li navçeya Çayirovayê serdana dikandaran kir. Uçer bi karkerên înşaatê re sohbet kir û soz da wê keda karkeran bê bersiv nemîne.

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Sakaryayê jî li navçeya Sapancayê sifreyên li ser rûyê erde danîn û bi welatiyên navçeyê re civiya.

ENQERE

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqere li  parka Kûgûlû ya navçeya Çankayayê standa hilbijartinê vekir. Bi dehan jin beşdarî standê bûn û belavok hatin belavkirin. Ala HDP’ê û wêneyên Demîrtaş yên li girtîgehê li darên li herêmê hatin daliqandin.

Namzeta HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, Ceren Şîmşek û bi dehan jin çûn standa hilbijartinê. Jinan namzetên HDP’ê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û çepikan pêşwazî kir.

Kerestecîoglû li vir axivî û wiha got; “Em weke jin li dijî desthilatdariya hişmendiya zilam a ku mudaxeleyî jiyana me, keda me dike derdikevin. Soza me û hêza me heye. Em dibêjin bi jinê wê guhertin çêbibe.”

Piştre HDP’yiyan xwestin belavokan belav bikin lê sivîlên polis rêya wan qut kir. Polîsan xwest xebatên hilbijartinê asteng bike. Piştî rageşiya demkî HDP’yiyan bi belavokên hilbijartinê li Cadeya Tûnalî Hîlmî meşiyan.

Di meşê de bê navber jinan belavok li dikandaran belav kirin û dirûşmeyên ‘Cîhan wê ji cihê xwe bileyze, ger jin azad bibin”, “Tayyîp bireve bireve jin tên” , “Bi jinê wê bê guhrtin”  û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî” balonên di destê wan de berdan hewayê. Piştre jin derbasî parka Kûgûlu bûn û li ber stranên HDP’ê yên hilbijartinê govend gerandin.