Namzetên HDP’ê yên Eskîşehîrê: Divê em ji Gargamelan rizgar bibin
Namzetên HDP’ê yên Eskîşehîrê Ûlûçelebî, Ozerdogan û Abay diyar kirin ku HDP tekane hêviya Tirkiyeyê ye û bang li gel kirin ku bila dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş.
Namzetên HDP’ê yên Eskîşehîrê Ûlûçelebî, Ozerdogan û Abay diyar kirin ku HDP tekane hêviya Tirkiyeyê ye û bang li gel kirin ku bila dengê xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş.
Namzetên HDP’ê yên Eskîşehîrê Nûrten Ozer Ûlûçelebî, Huseyîn Ozerdogan û Îlkay Abay têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê ji ANF’ê re axivîn.
Namzeta HDP’ê ya Eskîşehîrê Nûrten Ozer Ûlûçelebî diyar kir ku ev hilbijartineke bêedalet e. Ûlûçelebî diyar kir ku HDP demokrasiyê dixwaze û di her şert û mercan de tekane hêviya gel HDP ye. Ûlûçelebî got ku, “Ji xeynî HDP’ê tu çareseriya me ye. Armanca me ev e ku em namzetê xwe yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê derxînin. Em bang li gelê xwe yê li Eskîşehîrê dikin ku bila dengê xwe bibin HDP û Demîrtaş. Heke em bendê derbas nekin, em ê nikaribin ji desthilatdariya Gargamelan rizgar bibin.”
HDP EW Ê KÊŞEYA COTKARAN ÇARESER BIKE
Namzetê rêza 5’an ê HDP’ê yê Eskîşehîrê Huseyîn Erdogan jî cotkar e. Ozerdogan diyar kir ku kêşeya sereke ya cotkaran mazot û gubre ye û got, “Her tişt ji derve tê. Ji nokan bigire heta nîskan. Em jî cotkar in, heke her tişt ji derve were, em ê çi hilberînin? Di vî warî de polîtîkayên hikumetê şaş in.” Ozerdogan diyar kir ku ew ê bi cotkaran re komîsyonan ava bikin û ew ê kêşeyan sererast bikin.
‘JIXWE EM BI SER KETINE’
Namzeta rêza 4’an a HDP’ê ya Eskîşehîrê Îlkay Abay jî got ku, “Jixwe em bi ser ketine. Di 7’ê Hezîranê de me ew nekir serok û em ê dîsa wî nekin serok.” Abay diyar kir ku di serdema AKP’ê de li ser jinan û xwezayê qirkirin heye û got, “Vê rêveberiya niha divê biçe. Heke em nikaribin bikin jî, ew ê xwe bi xwe biçin, ji ber ku rêgeza xwezayê wisa ye. Lê em ê bi ser bikevin.”