Namzetên HDP’ê xebatên xwe didomînin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê, li Amed, Elezîz, Sêrt, Mêrdîn, Mersîn û Dîlokê xebatên xwe didominin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê, li Amed, Elezîz, Sêrt, Mêrdîn, Mersîn û Dîlokê xebatên xwe didominin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê, li Amed, Elezîz, Sêrt, Mêrdîn, Mersîn û Dîlokê xebatên xwe bi awayekî xurtî didominin.
DÎLOK
Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê têkildarî hilbijartinan li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê Mehmet Karayilan di civînê de axivî û got ku li Tirkiyeyê û herêmê AKP’ê operasyonên qirkirina siyasî kiriye dewrê. Karayilan got: "Bi van operasyonan re di serî de ku hevşaredarên me yên îradeya gel in û rêveberên partiya me hatine girtin, xebatên me yên hilbijartinan hatine astengkirin. li bajarê me ji 7’ê Hezîranê ve 280 rêveber û xebatkarên me hatine binçavkirin, tevî ti bingeheke hiqûqî jî nîne 67 hevalên me hatine girtin.”
Namzetên HDP’ê yên Dîlokê Ûmût Baran, Selman Tûtûmlû û Emîna Akkûş Çîçek jî li taxên cuda yên bajêr xebatên hilbijartinan meşandin.
MERSÎN
Rêxistina HDP’ê ya Mersîn, ji bo balê bikişîne ser operasyonên qirkirina siyasî li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mersînê Selman Gunbat ê di civînê de axivî got ku operasyon bi taybet li hember endamên desteya sindoqan, muşahîd û wezîfedarên HDP’ê tên kirin. Gunbat diyar kir ku di operasyonên qirkirina siyasî yên duh de muşahîd û wezîfedarên HDP’yî hedef hatine girtin. Gunbat wiha dewam kir: “Bi van operasyonên xwe wê nikaribin ji serketina me ya 1’ê Mijdarê re bibin asteng.”
Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Çîlem Kuçukkeleş jî, got ku pêwîst e her kes xwedî li dengên xwe derkeve, divê neyê jibîrkirin ku her dengek hêviyeke.
SÊRT
Namzetê HDP’ê yê Sêrtê Fatîh Dalgali xebatên xwe yên hilbijartinan bênavber didomîne, li cadeyên Gureş û Nûrî Payan serdana esnafan kir. Dalgali rastî eleqeyek mezin hat, ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê piştgirî xwest.
MÊRDÎN
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, li taxên Kûnifir, Barman, Elfan û Baqeysê yên girêdayî Stewrê bi gel re hat cem hev û xebatên hilbijartinê domand. Dora bi rêveberên HDP û DBP’ê vê li taxan geriya û wiha axivî: “Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de çawa gelan meclîs kirin meclîsa gelan, her wiha di 1’ê Mijdarê de jî wê gel Parlamentoyê veguherînin meclîsa gelan.”
ELEZÎZ
HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li navçeyên Maden, Xulaman, Qerebegan, Palo û Qowanciyan ên Elezîzê bû. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan, Namzetên HDP’ê Orhan Demîrbag, Turkan Bîngol, Seydalî Porklu tevlî civînên gel ên navçeyan bûn. Tan, di civînê de axivî û destnîşankir ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê ji bo Tirkiyeyê xwedî qonaxeke dîrokî ye. Tan diyar kir ku êdî pêwîst e Elezîz jî parlamenterê xwe derxe, bi bîr xist ku divê gelê Elezîzê jî ji vir bersiveke xweş bide AKP û Qesrê.
AMED
Li navçeya Bismil a Amedê, Namzeta HDP’ê Çaglar Demîrel, rêveberên HDP û DBP’ê yên Navçeyê, Hevşaredarên Bismilê, li taxên Şentepe û Kooperatîf tevlî civîna gel bûn. Di civîna ku piraniya wê jin bûn, Demîrel got: “Gelê me wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de ji Erdogan û hikûmeta AKP’ê hesab bipirse. Li hemberî tevahî polîtîkayên zext û zilmê, wê gelê me vê têkoşîna xwe ya bi rûmet bidomîne, biçe ser sindoqan û serketinek mezin bi dest bixe. Em ê her tim di vê têkoşînê de li cem gelê xwe bin.”