Namzetên ciwan ên HDP’ê çûn serdana malbata Berkîn Elvan
Namzetên ciwan ên HDP’ê yên parlementeriyê çûn serdana malbata Berkîn Elvan. Namzetên ciwan gotin, “Em hatin ji êşên xwe hêzê bigirin.”
Namzetên ciwan ên HDP’ê yên parlementeriyê çûn serdana malbata Berkîn Elvan. Namzetên ciwan gotin, “Em hatin ji êşên xwe hêzê bigirin.”
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû serdana malbata Berkîn Elvanê ku di dema berxwedana Geziyê de hatibû qetilkirin. Namzetên ciwan ên HDP’ê yên parlementeriyê Ozan Ozgenler, Ridvan Ozturk û Emre Sarigul jî di şandeya serdanê de cih girtin.
SAMÎ ELVAN: EV WELAT WÊ JI WAN RE NEMÎNE
Di serdanê de bavê Berkîn Elvan Samî Elvan axivî û got ‘Em ê tu car dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em dixwazin ev hilbijartin ji bo Tirkiyê baş bibe. Em hêvîdar in ku neheqî çênebe. Heke dizîtî neyê kirin, jixwe em dizanin ku em ê bi hêsanî bi ser bikevin. Îro dizî hene lê wê sibê nebin. Ev welat wê ji wan re nemîne. Ev welat welatê me ye. Em ê vî welatî ji sê çar dizan re nehêlin. Em ê bi hev re hesabê van kiryaran bipirsin. Hilbijartin û hilnebijartina we ciwanan jî ne girîng e. Ya girîng domandina têkoşînê ye. Heke îro kurê min bijiya, wê îro weke namzetê parlementeriyê li vir bûya. Li vî welatî yên aştî û biratî xwestî hatin kêrkirin û kuştin.”
GULSUM ELVAN: EM Ê BI SERKEVIN
Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan jî axivî û got, “Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ew kujer heta hetayê di zindanê de bimîne jî, dilê me rihet nabe, êşa me sivik nake. Lê belê armanca têkoşîna me pêşîlêgirtina doza hemû zarokên hatî windakirin e. Ji bo wê divê mirov ji derekê destpê bike. Dibe ku ji bo em qala edaletê dikin, derdikevin kolanan tên kuştin, dibe ku me bixin zindanê jî, lê belê yê herî dawî bi serkeve em in.”
EMRE SARIGUL: EM JI BO HÊZGIRTINÊ HATIN
Namzetê HDP’ê yê parlementeriyê Emre Sarigul jî got, “HDP, partiyeke ku ji nav mixalefeta civakî derketiye. Em ji bo dengan bixwazin nehatine vê derê. Ji bo em ji hevpariya êşên xwe hêz bigirin hatin serdana we. Me xwest li nav çavê dayik û bavê xwe binêrin û hêz bigirin, em ji bo wê hatin. Me li Enqereyê, li Pirsûsê li gelek deran zarokên xwe winda kirin. A ku me tîne li ba hev, hevpariya êşa me ye.”