Namzetê parlamenteriyê Cûbûrî li mala xwe hate kuştin
Namzetê parlamenteriyê Farûk Zirzûr Cûbûrî yê ji lîsteya Iyad Elawî li Mûsilê hate kuştin.
Namzetê parlamenteriyê Farûk Zirzûr Cûbûrî yê ji lîsteya Iyad Elawî li Mûsilê hate kuştin.
Ji bo hilbijartina parlamentê ya Iraqê ku wê 12'ê Gulanê bê kirin tenê çend roj man. Namzetê Tifaqa Welatparêz a bi serkêşiya Iyad Elewî Farûk Zirzûr Cûbûrî hate kuştin. Kesên nenas ketin mala Cûbûrî ya li gundê El Lezega yê li nehiya Kayyara ya li başûrê Mûsilê û bi kêran Cûbûrî kuştin.
Li ser kuştina Cûbûrî heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Cûbûrî li zanîngeheke Mûsilê jî hîndekar bû.