Namzetê HDP'ê Yerlîkaya: Em ê jiyanê li Zêdkanê vegerînin

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Zêdkanê Rifat Yerlîkaya diyar kir, wê bi gel re Zêdkanê biguherînin û got, "Me soz dan gelê xwe, karê me wê teqez bi ser bikeve."

Li navçeya Zêdkan a Agiriyê, HDP ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bi rengekî bê navber li tax û kolanan civînan li dar dixe, serdana malan dike.

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşardariya Zêdkanê Rifat Yerlîkaya diyar kir, Zêdkan bi salan e ji aliyê heman zîhniyetê ve tê birêvebirin, lê bi pêş neketiye.

Yerlîkaya diyar kir, gel ne neçarî vê qederê ye û got, "Guhertina vê çarenûsê di destê me de ye. Em dest bidin hev em dikarin jiyanê li navçeya xwe vegerînin. Me soz dan gelê xwe û karê me wê teqez bi ser bikeve."

Yerlîkaya got, wan weke hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û endamên meclîsa giştî ya bajêr biryar dane, eger di hilbijartinê de bi ser bikevin wê mûçeyê xwe yê salekê weke bûrs bide xwendekarên hatineya wan kêm e.

Yerlîkaya bang li şêniyên Zêdkanê yên li Ewropayê jî kir û xwest ji aliyê manewî ve piştgiriya wan bike. Yerlîkaya got, "Em ji wan dixwazin ku xwe bigihînin xizmên xwe û îqna bikin. Em dixwazin ku xwedî li Zêdkanê derkevin. Em ê bi gavên ji xwe bawer bimeşin û bi ser bikevin." Yerlîkaya ku 35 sal e li paytexta Elmanya Berlînê ma, sala 1966'an li gundê Memitan ê Zêdkanê ji dayik bû, zewiciye û bavê 6 zarokan e.