Namzetê HDP’ê yê ku Soylû hedef nîşan da hate destgîrkirin

Piştî êrîşa AKP’ê ya li Pirsûsê ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da, Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû namzetê HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan hedef nîşan da. Kaplan hate destgîrkirin.

Xizmên namzetê AKP’ê Îhrabîm Halîl Yildiz li Pirsûsê bi çekan êrîşî dikandaran kiribûn û Adil û Celal Şenyaşar ên bira hatibûn kuştin. Piştî merasîma definkirina cenazeyan li Pirsûsê operasyona destgîrkirinê dest pê kir. Polîsan di merasîma cenazeyê birayên Şenyaşar de bi gaza îsotê û ava germ mudaxeleyî girseya gel kir, wekîla Hevşaredara Pirsûsê ku qeyûm hatibû tayînkirin Nazlî Bînîcî û gelek kes hatin destgîrkirin. Şevê din jî polîsan bi ser malan de girtin.

Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû namzetê HDP’ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan hedef nîşan da. Polîsan bi ser mala Îsmaîl Kaplan, Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Rojda Bînîcî, Endamê Meclîsa Şaredairya Pirsûsê Fethî Yavûzel, Mehmet Kaplan û Mehmet Polat de girtin û her 5 kes destgîrkirin.