Xizmên Yildiz bi çekên xwe serokwezîrê Tirk Yildirim pêşwazî kirin

Li Pirsûsê berpirsên komkujiyê xizmên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi çekên xwe serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim pêşwazî kirin.

Piştî êrîşa AKP’yiyan Bînalî Yildirim çû Pirsûsê û xwest êrîşa Pirsûsê çawe û ji bo çi armancê pêk hatiye derxîne holê.

Zilamên bi çek yên ku ne polîs û ne jî parêzvan in, tê gotin xizmên namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz in.

Tam dema ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hilbijartinan tenê 10 roj mayî li navçeya Pirsûs a Rihayê komên çekdar ên  AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi çekê êrîşî dikandaran kiribû û Haci Esvet Şenyaşaşar û 2 kurên wî jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî êrîşê îro Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim çû Pirsûsê. Di wan dîmenan de ku di serdana Bînalî Yildirim a Pirsûsê de derketîn holê ,diyar dibe ku AKP çawa li Pirsûsê terorê dike.

LI KOLANAN BI ÇEK DIGERIN

Biraziyê namzetê AKP’ê yê Rihayê Halîl Îbrahî Yildiz, Mehmet Orhan Yildiz li ser Whatsappê dîmenek bi navê ‘Em li meydanê ne’ par ve kir û Bînalî Yildirim ji aliyê van kesên bi çek ve hate pêşwazîkirin. Di dîmen de xuya dike ku xizmên namzetê AKP’ê Yildiz li nava kolanê bi keleşê digerin.

Di serî de Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û medyaya şerê taybet ev mîna êrîşa li ser AKP’yiyan dabûn,  lê ji dîmenan baş diyar dibe bê kak ê êrîş biriye ser kê.. Mehmet Orhan Yildiz ê ku dîmen par ve kirî li ser hesabê wî yê Facebookê jî wêneyên wî bi yê  parlamenterên AKP’ê re hene.