Namzetê CHP’ê Îmamoglû serdan welatiyê Wanî kir

Namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglû bi welatiyên Wanî yên li Başakşehîrê dijîn re civiya û got: “Pirsgirêka birayên min ên Kurd pirsgirêka mirovbûnê ye, bi tena ser ê xwe ne pirsgirêka Kurd e.”

Namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ekrem Îmamoglû di çarçoveya xebatên xwe de bi welatiyên Wanî yên li Başakşehîrê dijîn re civiya. Îmamoglû yê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Îmamoglû silav da gel û got: “Her çendî mafê gel xestp jî bikin, hişmendiyeke kûr a demokrasiyê ya gelê me heye. Seknekî ya azad û li dijî bêmafiyê ya gelê me heye.”

Îmamoglû diyar kir ku wê biratiya gelan bi ser bikeve, aştî û azadî wê bi ser bikeve. Îmamoglû got: “Ji bo yên deng nedan wan gotin; ‘terorîst’ ji bo firoşkaran gotin; ‘terorîst’. Dîtin ku wiha nabin piştre cuda axivîn.”

Îmamoglû xîtabî welatiyên Wanî kir û got: Pirsgirêka birayên min ên Kurd pirsgirêka mirovbûnê ye, bi tena ser ê xwe ne pirsgirêka Kurd e. Kî dibe bila bibe em li dijî bêmafî û li gel yên pirsgirêkên wan hene cih digirin. Bi vê hişmendiyê em ê li gel hemû welatiyên xwe Stenbolê bi rêve bibin.Bi izna xwidê em ê bi hev re 23’ê Hezîranê bi ser bikevin. Di wê baweriyê de me ku wê dostên min ên Wanî destekê bidin min.”