Mûxalefeta Sûriyê ji bo beşdariya Cenevre-2, Îran kir şert
Mûxalefeta Sûriyê ji bo beşdariya Cenevre-2, Îran kir şert
Mûxalefeta Sûriyê ji bo beşdariya Cenevre-2, Îran kir şert
Serokê Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyê Ehmed El-Cerba ku tevlî civîna wezîrên karên derve yên welatên ereba bû, got ku ew bi Îranê re tevlî civîna Cenevre-2 nabin û ji welatên ereban alîkariya çekan xwest.
Ehmed El-Cerba ku li ser navê Sûriyê tevlî civîna awarte ya wezîrên karên derve ya welatên ereban a ji bo civîna Cenevere-2 hate lidarxistin de axivî, ji welatên ereban xwest ku piştgiriya Tirkiyê ya derbarê Suriyê de bikin.
El-Cerba parast ku Îranê Suriye dagir kiriye, lewre jî ne mumkun e ku ew bi Îranê re tevlî civîna Cenevreyê bibin. Cerba got ku di demeke ku bombe li ser Suriyê dibarin de em tevlî civînek wiha nabin.
El-Cerba her wiha ji welatên ereban xwest ku piştgiriya çekan bidin wan.