Mûharrem Înce wê roja Çarşemê biçe serdana Demîrtaş
Namzetê CHP'ê yê Serokkomariyê Mûharrem Înce ji Wezareta Edaletê xwestibû ku bi namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Demîrtaş ê girtî ye, hevdîtinê bike. Wezaretê bersiveke erênî da vê serlêdanê.
Namzetê CHP'ê yê Serokkomariyê Mûharrem Înce ji Wezareta Edaletê xwestibû ku bi namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Demîrtaş ê girtî ye, hevdîtinê bike. Wezaretê bersiveke erênî da vê serlêdanê.
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji Mİjdara 2016'an ve dîl girtî ye. Namzetê CHP'ê Înce ji bo dîtina Demîrtaş serî li Wezareta Edaletê dabû.
Wezîrê Edaletê Adulhamît Gul li ser vê serlêdanê daxuyanî da û got, "Bêguman em ê bersiveke erênî bidin daxwaza Înce ya ji bo serlêdanê."
Mûharrem Înce beriya vê daxuyaniyê gotibû, "Ez ê roja Çarşemê biçim serdana Demîrtaş."
Înce dema ku ji aliyê CHP'ê ve weke namzetê Serokkomariyê hate diyarkirin, daxuyanî dabû û gotibû, "Ez ê biçim serdana Selahattîn Demîrtaş. Di dema pêlewaniyê de naxwazim destê hevrikê min girêdayî be. Pêlewanî bi merdane tê kirin."