MUB’ê 36’emîn salvegera damezrandin PKK’ê pîroz kir
MUB’ê 36’emîn salvegera damezrandin PKK’ê pîroz kir
MUB’ê 36’emîn salvegera damezrandin PKK’ê pîroz kir
Konseya Serokatiya MUB’ê bi wesîleya 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku vejîna PKK’ê û têkoşîna wê ji bo gelên bindest bûye vejîn û çavkaniya berxwedanê û pêşeroja azad a gelan û berxwedana Kobanê slav kir.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) diyar kir ku di salên 1970’ê de Tevgera Azadiya gelê Kurd ku bi ruhê Apocîtî derket û li Rojhilata Navîn statukoya înkarê teşhîr kir û çerxa destan şikand û got: “Bi saya bedelên ku hatin dayîn zincîrê koletiyê hatin şikandin.Bi vî awayî hêviyên jiyanek mirovane û azad mezin bûne û gel û civakên ku cuda hatine dîtin, aniye ser xwe. Di roja me ya îro de ev zîhniyet xwe wek DAIŞ’ê rêxistin kiriye. Li dijî vê zîhniyetê têkoşîn derketiye holê ku ji bo pêvajoyê çiqas girînge. Piştî ku xeta PKK’ê ji aliyê rayagiştî ya cîhanê ve rast hat fêmkirin, hewldanên hêzên komploger jî vala derketine.
Têkoşîna mafdar û bi biryar ya PKK’ê li ser gelek gelan û herwiha li ser gelê Suryanî jî kiriye û têkoşîna hevdem ya gelan ji PKK’ê bandor bûye û derketina xwe ya dîrokî kiriye. Encama vêjî tîfqa û zemîna têkoşîna hevpar ya gelên Kurd û Suryanî ava bûye.
EM PÊŞEROJA AZAD A GELAN SLAV DIKIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew salvegera PKK’ê di serî de li Birêz Abdullah Ocalan, hemû şehîdên azadiyê, rêveberên KCK’ê û kadroyan pîroz dikin. Her wiha hat destnîşan kirin ku ew bawerin ku dê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê meşandin dê bigihêje serkeftinê û di vê esasê de ew pêşeroja aza a gelan slav dikin