MOP: Xwedîderketina li HDP’ê erkekî dîrokî ye

MOP a diyar kir ku wê di hilbijartinê de destekê bidin HDP’ê û Demîrtaş, bang li derdorên navneteweyî kir ku heyetên çavdêriyê bişînin.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP), têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li ser navê gelên Asûr/Suryan, di hilbijartina 24’ê Hezîranê ya bi darê zorê ku bê edalet û bê hiqûqî, destekkirina gelan, kedkaran, jinan, ciwanan, demokratan, şoreşgeran, sosyalîstan, berdevkê edalet, rûmet, wekhevî û demokrasiyê ya HDP’ê û ji bo serkkomariyê jî piştgirîkirina Selahattîn Demîrtaş weke erkekî dîrokî û exlaqî dibînin.”

‘JI BO JIYÎNEK BI RÛMET Û AZAD…’

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku dewleta Tirk dawiya xwe dît û ji bo wê biryara hilbijartina bi darê zorê da û wiha hate gotin: “Di hilbijartina 24’ê Hezîrên de ji bo jiyîneke bi rûmet, azad û exlaqî, li her cihê lêne biçin ser sindoqan û dengê xwe bibin alîgirên demokrasiyê HDP’ê. Dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş.”

MOP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo hilbijartina di Rewşa Awarte de banga heyetên çavdêriyê ji raya giştî ya cîhanê kir.