MLKP: Em xwedî li xweseriya civaka Êzidî derkevin

MLKP'ê xweseriya demokratîk a civaka Êzidî silav kir û got, "Hemû hêzên neteweya demokratîk û pêşverû yên li Kurdistanê, divê xwedî li vî mafê jiyanî yê civaka Êzidî derkevin û biparêzin."

MLKP Kurdistan, li ser xweseriya demokratîk a li Şengalê projeya wê hate ragihandin, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiyên ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê li Êzidiyan kiriye û hat gotin, "Destpêkê HPG, piştre jî YPG bi hewara Êzidiyan ve çûn. Êzidiyan bi navê YBŞ'ê hêzên xwe yên xweparastinê bi rêxistin kirin. Şengal hate rizgarkirin. Gerîlayên MLKP'ê jî di parastina Êzîdxanê û rizgarkirina Şengalê de cih girtin."

'DIVÊ HÊZÊN SERDEST DESTÊN XWE VEKIŞÎNIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "xweparastin û avakirina jiyana xweser a demokratîk mafê herî xwezayî yê civaka me ya Êzidî ye, ku bi dehan caran ferman lê rabûye."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hemû hêzên neteweya demokratîk û pêşverû yên li Kurdistanê, divê xwedî li vî mafê jiyanî yê civaka Êzidî derkevin û biparêzin. Pêwîste Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û dewleta Iraqê vîna civaka me ya Êzidî nas bikin, hurmetê nîşanî daxwazên wan bidin û bi cih bînin. Her hêza ku dixwaze li ser Êzîdaxnê serdest be, divê destên xwe jê vekişînin."