Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê: Ji qeyûm re na!

Mîtînga 1'ê Îlonê ya ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li Meydana Kartalê dayî destpêkirin, bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî dest pê kir. Di meşê de ya beriya mîtîngê darbeya 19'ê Tebaxê ya qeyûman hate şermezarkirin.

Li Stenbolê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi beşdariya deh hezaran kesî dest pê kir. Dengê dirûşmên li dijî darbeya qeyûman li qadê olan dide. 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Kartalê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xistin. Mitîngê bi beşdariya hezaran kes dest pê kir. Mitîng bi dirûşmên “Li dijî qeyûman vîna gel” û “Li dijî şer aştî” pêk tê. Bi vê dirûşmê balê dikişînin ser darbeya qeyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di mitîngê de cihê xwe digirin. 
 
‘GELÊ AMEDÊ NE BI TENÊ YE’ 
 
Polîsan di têketinê qadê de bendên xwe danîn û di du deriyan de têketina qadê pêk hat. Polîsan ser welatiyan seh kir. Hin welatî di saetên serê sibê de çûn qada mitîngê. Bi hezaran welatî li ber Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel kom bûn û bi meşê çûn qada mitîngê. Pankartên “Em jî ji aştiyê re amade ne”, “Em ê destûr nedin desteserkirina pergala hevserokatiyê”, “Em ê bi hev re aştî û demokrasiyê biparêz in”, “Li dijî şer aştî, li dijî qeyûm piştgirtina civakî” di meşê de hatin hildan. Girseyê bênavber dirûşmên “Ji Stenbolê heta Mêrdînê li dijî qeyûm mil bide milê hev”, “Gelê Amedê ne bi tenê ye”, “Ji qeyûm re na” û “Maf, hiqûq û edalet” berz kir. 
 
Her sazî bi pankart û daxwazên xwe di meşê de cih girtin. Di meş û qada mitîngê de dîmenên rengîn derketin holê. Kêliyek jî li dijî qeyûman dirûşm bêdeng nebûn. Dowîzên li dijî talankirina Heskîf, Çiyayê Kaz, li dijî qeyûman û li dijî kuştina jinan hatin hildan. 
 
JINAN BAL KIŞANDIN SER XWE 
 
Di meşê de korteja dayikên laçik spî ku bûne sembola aştiyê û jinan balê kişand ser xwe. Beriya meş dest pê bike jinan pêşmalkên rengên wan xumrî yên nivîsa “Niha dema azadiyê ye”  li xwe kirin û govend gerandin. 
 
Piştî meşê bi hezaran kes derbasî qadê bû û li gel stranan govend gerand. Piştî demekê ku welatiyan govend gerand, mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir.