‘’Misilman dive di sendoqê de bersivê bidine AKP’ê

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya Normandiya civîna gel kir, mewlûd da. Haviz Turhalli ji bo hilbijartinê dengê xwe li Misilmanan kir û xwest ku di sendoqê de bersivê bidin zilma AKP’ê.

Li Herêman Normandiya ya Fransayê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) civîna gel çêkir. Nêzî 500 kesî tevlî civînê bû. Serokê CÎK’ê Haviz Turhalli di civînê de axivî.

‘’ÊN KU ZALIMAN TÎNIN SER DESTHILATDARIYÊ GUNEHEKÎ MEZIN DIKIN’

Turhalli bang li hilbijêrên Misilman kir û got dînê Îslamê bi rengê şêwrekê li hilbijartinê dinere, bi hedîsan mînak da û bang li hemû Misilmanan kir ku biçin ser sendoqê.

Turhalli got wê berdêla wê pir giran be ku 24’ê Hezîranê zalim biçin ser desthilatdariyê û got, ‘’Qet berpirsê wan  Misilmanan tine ku deng didine Erdogan ku Kurdistanê dişewitîne, bi hezaran Misilmanî dikuje? Ev guneh kê kiribe wê heta Roja Qiyametê di stûyê wan de be.’’

 ‘DIYANET BI MEBESTA DI XEW RE BIRINA MISILMANAN E’

Turhalli bi domdarî got, ‘’Li Kurdistanê çima medreseyên me hatin girtin? Dewletê çima bi hezaran peywirdarên dîn ên bi ser xwe ve, bi senteza Tirk-Îslamê gihandin û li mizgeftên Kurdistanê peywirdar kirine. Saziya Diyanetê ma ne tenê mebesta ku Misilmanan di xew re bibin hata avakirin? Kî ye berpirsê vê zilm û çelexwehrîkirinê? Kî ye berpirsê wê ku dema diçine Kurdistanê di dest wan de Quranê dihejînin û wiha bi aqilê gelê me û Misilmnan re tinazê we dikin?’’