BI DÎMEN

Mirina koçberan a li ser sînor dikare bê rawestandin

Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêer Ceylan Ûkay anî ziman ku ji bo rawestandina mirina koçberan a li ser sînorê Wanê, pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye.

CEYLAN ÛKAY

Endama Komîteya Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ûkay anî ziman ku tedbîrên awarte yên li ser sînor û dîwarê hatiye lêkirin koçberan neçar dihêlin ku mehên zivistanê derbas bibin û ev yek jî dibe sedema mirinê.

Li ser sînorê Bakur-Rojhilat trajediya koçberiyê dewam dike. Sala derbasbûyî 22 kes, îsal jî 8 koçber dema ku hewl didan ji sînor derbas bibin qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Salên dawî tedbîrên awarte û dîwarê li ser sînorê Îranê hatiye lêkirin, her wiha xendekên hatine kolandin dibin sedem ku koçber mehên zivistanê derbasî Tirkiyeyê bibin û ev yek jî dibe sedema rûdana trajediyên nû. Têkildarî mirina li ser sînor Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê kar dike. Endama komîsyonê Ceylan Ûkay li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

PARÊZER NAYÊ GIRTIN, AGAHÎ NAYÊ DAYIN

Ûkay diyar kir ku penaberên tên Navenda Vegerandinê (GGM) piştî ku karê wan hate kirin, li gel tercûman biryara deportkirinê tê wergirtin û got, "Biryara şopandina îdarî jî tê wergirtin. Biryara şopandina îdarî tê wê wateyê ku mirovek dema li GGM'ê ma bê şopandin û piştre biryara deportê jê re bê ragihandin. Di vê demê de ji mirov re parêzer nayê wergirtin, ji wan re agahî nayê dayin ku dikarin xwe bigihînin parêzer. Halbûkî ew kes dikare alîkariya hiqûqî ji parêzer werbigire."

YÊN KU RÎSK LI SER WAN HEYE, MAFÊ XWE HEYE KU DERBAS BIBIN

Ûkay anî ziman ku îsal sê, par jî 8 serlêdan li Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê hate kirin û got, "Dema dawî nêzî 30 kes qefilîn, lê belê li gel serlêdanên me jî tiştek nehate kirin. (...) Di Beyannameya Mafên Mirovan de bi şênberî tê gotin; eger kesek li welatê xwe di bin rîskê de be xwedî mafê derbasbûnê ye. Lê belê hiqûqa me ya navxweyî û bûyerên rojane yên polîtîk li pêşiya vî mafî dibin asteng."

PÊWÎSTÎ BI SERERASTKIRINÊN NÛ HEYE

Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêzer Ceylan Ûkay destnîşan kir ku ji bo rawestandina mirina mirovan a li ser sînor pêwîstî bi sererastkirineke hîn zêde ya qanûnî heye û got, "Ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wiha ji bo tevahiya Ewropayê derbas dibe. Tirkiye ji aliyê koçberan ve welatekî derbasbûnê ye. Koçberên ji Îran, Efganistan û Pakistanê tên ji bo li vir bimînin nayên, dixwazin ji vê derê derbasî Ewropayê bibin. Ji ber vê yekê jî di asta neteweyî û navneteweyî de pêwîstî bi sererastkirinên nû heye."