BI DÎMEN

Çalakvanên Meşa Dirêj serdana goran kirin

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 10’an de li bajarê Parîsê berdewam dike. Çalakvanan piştî ku qurnefîl danîn pêşiya Buroya Enformasyonê, serdana gorên Dr. Qasimlo, Mûstafa Nazîf Aktaş, Ahmet Kaya û Yilmaz Guney kirin.

Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê de di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de dest pê kir, di roja xwe ya 10’emîn de li bajarê Parîsê berdewam dike.

Çalakvan ji pêşiya Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya heya Buroya Enformasyonê ya ku di 9’ê Çileya 2013’yan de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin, meşiyan, qurnefîl danîn cihê ku lê şoreşgerên jin ên Kurd lê hatin qetilkirin û piştre çûn Dêra Spî û li wir jî danezan belav kirin. Her wiha çalakvan çûn ser gora Mûstafa Nazîf Aktaş ê PKK’yî jî ku Aktaş di 23’yê Kanûna 1985’an de ji aliyê hêzên komploger ên Parîsê ve hatibû qetilkirin.

Çalakvan li vir axivîn û ev yek anîn ziman: ‘’Hêvrêyê me Mûstafa Nazîf Aktaş di sala 1985’an de ji aliyê hêzên komploger ve hate qetilkirin. Em li ser şopa şehîdên xwe ne. Em ji bo layiqbûna mîrateya şehîdên xwe li ber xwe didin. Armanca çalakiya me jî dabînkirina azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.’’

Çalakvan piştî serdana gora Mûstafa Nazîf Aktaş çûn ser gora Ahmet Kaya, Yilmaz Guney û Dr. Qasimlo jî û li vir ev yek anîn ziman: ‘’Dr. Qasimlo yek ji pêşengên têkoşîna Kurdistanê ye. Ji bo gelê Kurd yekîtiya neteweyî gelekî girîng e.  Şoreşa ku îro li Rojava pêk hatiye, di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de pêk hatiye. Li Rojava, li Kobanê bi têkoşîna jinên ji her çar perçeyên Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê  yekîtiya neteweyî pêk hatiye. Divê hemû partiyên siyasî yên Kurd vê îradeya jin û ciwanan ji xwe re mînak bigirin. Di şexsê Dr. Qasimlo de em hemû pêşeng û Kurdên ku girêdayî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê şehîd bûne, bi bîr tînin.’’

ŞEHÎDÊN ENTERNASYOMALÎST JÎ HATIN BÎRANÎN

Çalakvan piştre derbasî goristana birdariyê ya Komuna Parîsê bûn û ev yek anîn ziman: ‘’Me li ser rêya xwe hevalên enternasyonalîst jî ditin. Çend ji wan nû ji Rojava hatibûn. Ji me re gotin ku ew piştgiriyê didin Rêber Apo û têkoşîna me. Rêber Apo tim girîngî daye têkoşîna enternasyonalîst. Her wiha paradîgmaya Rêber Apo bes ne ji bo gelê Kurd e, di heman demê de têkoşîn û çareseriya jibo hemû mirovahiyê jî radixe ber çavan. Me ev yek bi awayekî zelal li Rojava dît. Bi hezaran şoreşgerên enternasyonalîst berê xwe dan Rojava û li wir têkoşiyan. Gelek şehîd jî dan. Bi vê wesîleyê em jî şoreşgerên enternasyonalîst ên şehîd û şehîdên Komuna Parîsê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.’’

Meşvanan herî dawiyê dan zanîn ku ew ê heya 15’ê Sibatê çalakiya xwe bidomînin û ji bo tevlîbûna çalakiya mezin a ku dê di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourgê were lidarxistin, bang kir.