Milîsên HBDH'ê li Pirsûsê wesayita 'faşîstekî AKP'yî' şewitandin

Milîsên Salîh Kandal ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê wesayita 'Faşîstekî AKP'yî' şewitandine.

Milîsên Salîh Kandal ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşandin û gotin, "Em rê nadin noker, sîxur û xiyanetê. Sûcên ku li dijî şoreşa yekbûyî û têkoşîna azadiyê ya gelên me hatine kirin efû nakin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo hişyarkirina kesên bûne amûr ji karên qirêj ên dewleta faşîst re li Rihayê ew ketin nava liv û tevgerê û hate gotin, "Weke Milîsên Salîh Kandal ên HBDH'ê me li dijî hevkarî û xiyanetê çalakiya hişyarkirinê lidar xistin."

Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayin: 24'ê Îlonê saet di 21'ê de li Pirsûsê me li wesayita faşîstekî AKP'yî xistin. Di encama çalakiya sabotajê de wesayit bi temamî şewitî."