Milîsên HBDH’ê li dijî çeteyên AKP’yî çalakiya bombeya deng li dar xist

Milîsên Mehmet Ayvalitaş ên HBDH’ê ragihand ku li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê li dijî çeteyên AKP’yî çalakiya bombeya deng li dar xistiye.

Milîsên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî dan zanîn ku wan 25‘ê Gulanê di seet 14:00’an de li dijî saloneke werzişê ya li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê çalakiyek li dar xistiye. HBDH’ê diyar kir ku dema çeteyên AKP’yî di hundirê salona werzişê de bûn bombeya deng hat avêtin û got: “Endamên encumen û çeteyên AKP’yî bi çekan bersiv da milîsên me. Li ser vê yekê milîsên me bombeyek din avêt. Di çalakiyê de çeteyek birîndar bû. Milîsên me ji cihê bûyerê bê qeza û bela bi dûr ketin.“

Daxuyaniya HBDH’ê wiha ye:

“Salona werzişê ya me li dijî çalakî li dar xist, cihê birêvebirina karên qirêj ên encumenên AKP’yî yên bazariya îhaleyan, madeyên hişbir e. Desthilatdarî her saziya civakî ji bo berjewendî û têkiliyên xwe yên qirêj bi kar tîne. Hemû nirxên civakê perçe perçe kirin, firotin. Bi rêbaza mafyawarî ketine ser welat. Hemû karên xwe yên qirêj di bin navê cihên wiha de dibinin. Rêza wan ji tu nirxên civakî re nîn e. Ji bo wan bi tenê berjewendiyên wan ên qirêj hene.

Heta niha ji bo berjewendiyên xwe her nemerdî kirine. Lê êdî kirinên wan li bal wan namînin. Milîsên me li her derê ne. Em ji wan nagerin. Wê hesabê sûcên ku kirine bidin. Em ê hesab ji desthilatdariya faşîst a ji bo heyfa Geziyê bistîne mirovan digire, hewil dide doza berxwedanê ya Geziyê wek ‘temamê sûcdaran’ nîşan bide bipirsin.

Berxwedana Geziyê rûmet e! Hûn nikarin bi bêrûmetiya xwe vê qirêj bikin! Di dozên ku we kirine, li kuçe û kolanan, li ber barîkatan, li her derê em ê bidarizînin, hesab ji we bipirsin!“