Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê li dijî febrîqeya paletê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Mazlûm Dogan ên HBDH’ê ragihandin ku li Bûrsayê li dijî febrîqeyeke paletê çalakiya sabotajê lidar xistin.

LI BÛRSAYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Milîsên Mazlûm Dogan ên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ew ji bo pîrozkirina cejna Newrozê çalakiyên xwe zêde dikin. Milîsên HBDH’ê destnîşan kir ku ew agirê Newrozê digihînin her derê.

Milîsên Mazlûm Dogan ên HBDH’ê ragihandin ku roja 13’ê Adarê derdora 04.00’an wan li dijî febrîqeyeke paletê ya li taxa Dogankoy a navçeya Nîluferê çalakiya sabotajê lidar xist.