Milîsên HBDH’ê li Berwariyê çalakî lidar xist

Milîsên Mehmet Xeyrî Durmuş ên HBDH'ê di 14'ê Îlonê de li navçeya Berwarî ya Sêrtê li dijî wesayîta Seyhan Tamûr a li ber Mala Mamosteyan hatibû rawestandin, çalakiyeke bi molotofan pêk anî.

Milîsên Mehmet Xeyrî Durmuş ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di şeva 14’ê Îlona 2023’yan de li navçeya Berwarî ya Sêrtê li hemberî wesayîta kesê bi navê Seyhan Tamûr a li ber Mala Mamosteyan hatibû rawestandin, bi molotofan çalakiyek lidar xist. Wesayît bi temamî şewitî û êdî nayê bikar anîn.

HBDH'ê di daxuyaniya xwe de got, "Ev elemanên ku ev demeke dirêj e li dijî gelê me û hêzên azadiyê bi dewleta faşîst-mêtinger re hevkariyê dikin, wê her tim bibin hedefa me. Hêzên ku bi rêya sîxuriyê re xiyanetê li gelê me dikin û tevlî şebekeya îxanetê ya PDK’ê dibin, divê demildest dev ji vê xiyanetê berdin. Nexwe wê mîna mêtingeran têk biçin.”