Mîhrîcana 27. TransAkdenîz diyarî Kurd û Filistîniyan hat kirin
Mîhrîcana 27. TransAkdenîz diyarî Kurd û Filistîniyan hat kirin
Mîhrîcana 27. TransAkdenîz diyarî Kurd û Filistîniyan hat kirin
Li bajarê Grasse yê Başurê Fransa 27. Mîhrîcana TransAkdenîz ku hat lidarxistin, temaya “Kurd û Filistînî... Gelên bê dewlet” hat destgirtin. Di konferansa ku hat lidarxistin de jî bi awayekî zindî pêwendî bi Kobanê û Xezzayê re hatin kirin.
Li bajarê Grasse yê bi atolyeyên xwe yên parfûmê tê naskirin û nêzî bajarê Cannes ê li Başûrê Fransa ye, li Qesra Kongreyê ya bajêr mîhrîcan hat lidarxistin.
Qesra Kongreyê ya Grasse di heman demê de malovaniyê ji pêşangeheke resman a tu temayan digire dest re dike. Pêşangeha ku wê hefteyekê dewam bike, wêneyên ku wênekêşê Fransî Frédéric Lafgargue li Pirsûsê, Anne Paq li Xazze kişandine û dîsa resmên ku resam Raed Issa li Xazze çêkirine wê tên pêşandan.
Piştî pêşangehê jî di panela hat lidarxistin de pirsgirêkên Kurdistan û Filistîn ên ji ber bêstatubûnê hatin nîqaşkirin.
Yekemîn axaftina konferansê ji aliyê Read Issa hat kirin. Read bi rêya vîdeo konferansê der barê Xazze û hunerê de agahî da. Read diyar kir ku di êrîşa Îsraîl a meha Tîrmehê de mal û atolyeya wî jî bûye hedefa êrîşan.
Piştî Xazze bi rêya skype bi Kobanê re jî pêwendî hat çêkirin. Frédéric Lafargue yê di pêşangehê de wêneyên wî hatin pêşkeşkirin û rojnamegerê Humanîte ya Fransa Pîerre Barbancey rewşa dawî ya Kobanê ragihandin. Axaftvanan diyar kirin ku Kobanê ji roja Şemiyê ve di bin êrîşeke mezin de ye û DAIŞ êrîşên xwe ji aliyê Tirkiyeyê ve dike. Axaftvanan gotin ku li kolanên Kobanê şahidî ji qehremantiyeke mezin re kirine û bal kişandin ser rola jinan a di berxwedanê de.
Piştî vîdeo konferansê pisporê sefirtiyê yê çandê yê Sefareta Filistînê ya Parîs Şîrîn Suleyman axaftinek kir. Suleyman têkildarî êrîşên Îsraîl û dîwarê şermê de axaftinek kir û biryara Meclîsa Fransa ya Filistînê wek dewletek bê naskirin silav kir.
Li ser navê FEYKA lêkolîner Aydin Baran der barê dîroka Kurdistanê de beşdar agahdar kirin. Baran got ku dewletên herêmê û emperyalîzma Ewropayê Kurd bêstatu hiştine û berxwedana wan krîmînalîze kiriye. Lêkolîner Baran diyar kir ku modela Rojava ya ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn alternatîfeke çareseriyê ye.
Konferans heta derengiya şevê dewam kir.