Midûra Karên Nivîsan ya Ozgur Gundemê Çapan hat girtin
Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan hate girtin.
Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan hate girtin.
Reyhan Çapan 10’ê Gulanê (Pênçşem) li navçeya Hopa ya Artvînê di dema kontrola GBT (Lêgerîna Agahiyên Giştî) hate destgîrkirin.
Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundem ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) hatibû girtin, piştî karê li emniyetê birin Edliyeya Artinê.
Heyeta dadgehê jî bi sedema di der barê wê de salek û 3 meh ceza hatiye erêkirin biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
17’emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di derbarê Çapan de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" Salek û 3 meh ceza dabû. Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Stenbolê di derbarê Çapan de biryara girtinê dabû. Gelek cezayê li Çapan hatibûn birîn jî kiribûn cezayê pereyan.
Çapan wê di rojên pêş de bişînin Girtîgeha Servekiri ya Jinan a Sêwasê.
Tirkiye ji bo rojnamevanan girtîgeha herî mezin a cîhanê ye.
224 ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHAN DE NE
Li gorî tespîtkirina Platfroma Piştgiriya Rojnmevanên Girtî (TGDP) ya 11’ê Gulana 2018’an li girtîgehan 31 xwediyê îmtiyazê û mîdûrên karên nivîsan jî dinav de 223 rojnamevan girtîne. Bi girtina Çapan re ev hejmar bû 224.