Mexdûrên Hotela Dora konê grevê dan destpêkirin
Mexdûrên Hotela Dora konê grevê dan destpêkirin
Mexdûrên Hotela Dora konê grevê dan destpêkirin
Endamên Tum Emek Sen ji Hotela Dora ya Stenbolê bi hinceta ku endamên sendîkayê ne hatin derxistin, li ber hotelê kon vedan û dest bi grevê kirin. Ji karkeran Salîh Sozudogru diyar kir ku ji ber ku endamên sendîkayê ne ji kar hatine derxistin, bê sedem ji kar hatine derxistin û heta mafê xwe bigirin wê têbikoşin.
13 karkerên di 24’ê Îlonê de bi hinceta ku endamên sendîkaya Tum Emek Senê ne, ji kar hatin derxistin, tevî hemû hewldanan encam negirtin û li ser vê li ber hotelê kon vedan. Karkeran diyar kir ku heta niha di şert û mercên dijwar de xebitîne û bi hinceta ku endamên sendîkayê ne ji kar hatine avêtin.
Karkerê bi navê Salîh Sozudogru bal kişand ser zor û zehmetiyên kar û got: “Tevî ku divê em rojê 8 saetan bixebitin, me 16 saetan dixebitînin. Me pereyên mesayiya zêde nedigirt. Rojên me yên betlanê ne diyar bûn. Meaşê me dihatin birîn. Li dijî vê em bûn endamên sendîkayan.
Sozudogru bi lêv kir ku Midûrê Giştî yê Hotelê Alî Aybugasi tehdîda ‘Em ê serê we jê bikin û em tu mafê we nadin’ kiriye û li ser vê yekê di 24’ê Îlonê de 5 karker ji hatin derxistin û li ser vê me çalakî da destpêkirin.
Sozudogru da zanîn ku di vê pêvajoyê de 13 karker ji kar hatine avêtin. Sozudogru bi lêv kir ku di vê sektorê de mêtingeriyeke mezin heye û ev têkoşîna ku dane destpêkirin wê li ser navê hemû karkerên ku mafê wan hatine xespkirin be.