NÛ BÛ-Merkel: Tirkiye ne bi tenê Erdogan e

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, got ku ew ê ji bo domandina peymana Yekîtiya Gumrukê ya di navbera YE û Tirkiyeyê zêde hewl nedin.

Merkel got ku ‘Tirkiye ne bi tenê Erdogan e’ û diyar kir ku ew ê ji bo domandina peymana Yekîtiya Gumrukê ya di navbera YE û Tirkiyeyê zêde hewl nedin.

DI GELEK WARAN DE HEVDU QANIH NEKIRINE

Merkel diyar kir ku gelek caran ew û Erdogan li hev civiyane û got “Mixabin di gelek kêşeyan de me nekarî em hevdu qanih bikin.” Merkel diyar kir ku li gorî du salên bihurî gelek kêşe zêde bûne.

HEMWELATINÊN ELMANYAYÊ YÊN GIRTÎ: WÊ TÊKILÎ WEKÎ BERÊ NEDOME

Merkel diyar kir ku ji bo hemwelatiyên Elmanyayê yên li Tirkiyeyê hewl didin û got, “Ev girtina hemwelatiyan diyar dike ku wê têkilî wekî berê nedomin”. Merkel diyar kir ku ew mecbûr mane ku hin tiştan bi sînor bikin.

TIRKIYE NE BI TENÊ ERDOGAN E

Merkel diyar kir ku di mijarên ekonomîk de Tirkiyeyê sinyala “divê hevkarî bidome’ daye. Merkel destnîşan kir ku alîkariyên ji Tirkiyeyê tên kirin jî anîne asta herî jêr û bi bîr xist ku ‘Tirkiye ne bi tenê Erdogan e.’

Merkel dubare kir ku ew endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê naxwazin û diyar kir ku muzakereyên ji bo berfirehkirin û başkirina peymana Yekîtiya Gumrukê ne di rojeva wan de ye.