Merkel: Nabe ku li ser Konyayê bazar bê kirin

Bi fermana Erdogan, Enqereyê nehişt ku wekîlên Elman serdana leşkerên xwe yên li baregeha li Konyayê bikin. Serokwezîra Elman Merkel li ser vê astengiyê axivî û got, "Nabe ku destûra serdana ji bo Konyayê bibe bazara siyasî."

Di meha Gulanê de, ji bo parlamenterên Elman karibin leşkerên li balafirên AWACS ên li Konyayê wezîfedar in ziyaret bikin, ala NATO'yê bi balafirên li vir ve hatibû kirin. Lê belê dewleta Tirk mîsyona NATO'yê ji nedîtî ve hat û serdana wekîlên Elman ku ji bo Duşema bê hatiye plankirin, asteng kir.

Li ser vê yekê, siyasetmedarên Elman ji hikumeta Merkel xwestin, ku mîna li Încîrlîkê leşkerên Elman ên li Konyayê jî vekişîne. Serokwezîra Angela Merkel, di hevpeyvîna havînê ya qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê de bersiva da pirsên li ser vê mijarê.

Merkel diyar kir, ji bo Enqere destûrê bide ku serdana leşkerên Elman ên li Konyayê were kirin, wê hevdîtinên wan dewam bikin. Merkel têkildarî krîzên navbera wan û hikumeta Tirk rû dane, gotina 'yên diqewimin nexweş in' bi kar anî. Merkel anî ziman, ku di hevdîtinan de ji bo radestkirina kesên li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kirine nehatine xwestin û wiha dewam kir:

"Mijara penaberiyê eleqeya xwe bi destûra serdanê re nîne. Ji bo serlêdanên penaberiyê, dadgeh wezîfedar in. Eger vê yekê bikin mijara bazareke siyasî, em ê bi awayekî vekirî vê red bikin. Pêwîste mafê serdanê, bêyî daxwazeke di berdêla wê de, bê naskirin."

Hin parlamenterên hikumetê jî bi biryardarî li dijî daxwaza vekişandina leşkerên ji Konyayê derdikevin. Henngîng Otte ê ji partiya Merkel îdîa kir, ku vekişandina leşkerên Elman ji Konyayê wê bibe gaveke xetere. Li gorî Otte, ku berdevkê parastinê yê partiyên yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) ye, eger vekişîn pêk were wê mîsyona NATO'yê bikeve rewşeke xetere.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ku hefteya bihurî ji bo civîna bilind a G20'an hate bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, daxwaza wî ya ji bo lidarxistina mîtîngan li Elmanyayê ji aliyê hikumeta Merkel ve hatibû astengkirin. Piştre destûr nehatibû dayin ku wezîrên AKP'ê çalakiyên 15'ê Tîrmehê lidar bixin. Astengkirina serdana wekîlên Elman a Konyayê jî weke tola rejîma Erdogan tê dîtin.

Lê belê balafirên AWACS ên li baregeha Konyayê ne, ne yên artêşa Elman e. Balafir bi ala NATO ne. Leşkerên Elman ên li vê baregehê, ku hejmara wan tenê 10-20 leşker in, li van balafiran wezîfedar in. Balafirên AWACS'ê jî yên baregeha NATO'yê ya li bajarokê Geîlenkîrchen ê li Elmanyayê ye.

AWACS ên li Konayyê, di çarçoveya mîsyona parastina herêmê ya NATO'yê de wezîfeyê dikin. Ev balafir yek ji mekanîzmayên herî girîng ên NATO'yê, ku balafiran ji dûrahiya 400 kîlometreyî tespît dikin.