Mehmet Ozdemîr wê winda li kû ye?

Mehmet Ozdemîr ku di 27’ê kanûna 1997’an de li Amedê bi zorê li wesayîtekê hat siwarkirin û li gel belgenameya ‘hatiye destgîrkirin” a ku Dozgeriya DGM’ê da malbata wî jî 23 sal in winda ye.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 617’an de ji ber qedexeya derketina derve ya ji bo bergirya pandemiyê çalakiya xwe bi awayekî online li ser înternetê li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ku di 27’ê kanûna 1997’an de li cem hevalên xwe ji aliyê kesên bibêtêl û bikincên sivîl ve bi zorê li wesayîtekê hat siwarkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 
 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz, çîroka windabûna Ozdemîr parve kir. Akdenîz, diyar kir ku Ozdemîr bavê 7 zarokan bûye û ji ber zextên dewletê yên demê ji neçarî ji gundê Arakî yê navçeya Licê ya Amedê koçî navenda Amedê kiriye û wiha got: “Piştî vê qetandinê gundê Arakî ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin. Beriya windabûna xwe Ozdemîr çend caran tê binçavkirin û îşkencekirin.”
 
Akdenîz, da zanîn ku Ozdemîr roja ku bê windakirin ji malbata xwe re dibêje wê biçe xirbe û ji malê dertê û ev tişt gotin: “Diçe qewexaneyeke li cem xirbe. Dema ku li vir bi hevalên xwe re rûniştiye; 2 kesên biçek, bibêtêl û bikincên sivîl tên cem wî û dixwazin ku bi wan re biçe. Dema ku vê qebûl nake tê derpkirin û bi zorê li wesayîtekê tê siwarkirin. Ev li ber çavên çend kesan pêk tê, lê ji ber ku xwendin û nivîsandina wan tunebûye pîlaqeya wesayîtê nagirin.”
 
Akdenîz, qala pêvajoya hiqûqî ya ji bo windabûna Ozdemîr jî kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Hevjîna Ozemîr Enzîle Ozdemîr, bi alîkariya parêzerên komeleyê bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) da. Dadgehê di daxwaznameyê bersivê de got ku Mehmet Ozdemir ji aliyê miduriyeta polisan ve hatiye destgîrkirin. Lê li ser vê belgenameyê îmzeya tu rayedarekî tunebû. Ji ber ku di hiqûqa navxweyî de encamek nehat bidestxistin, malbatê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da û DMME’yê di 7’ê cotmeha 2008’an de biryara “binpêkirinê” da.”