Medyaya Tirk Qur’ana li Libyayê kire malzemeya Efrînê

Medyaya Tirk mîna koroyekê, îdîa kir ku li Efrînê YPG’ê Qur’an kiriye mîna teqemeniyekê û wiha îmzeya xwe li manîpulasyonê xist. Li gorî Teyit.orgê ne leşkerê di wêneyê de û ne jî Qur’an li çîrokê naye.

Medyaya Tirk a bi kontrala hikûmatê, li ser êrîşên dagirker ên Efrînê çîrokeke dî ya qelp çêkir.

Di nûçeyê de ku tê fêhmkirin ji yek navendê derketiye, hate îdîakirin ku Çawişê Pispor Orhan Surmen li Efrînê dema ku Qur’an bi teqemenî rakiriye, teqîn çêbûye û miriye. Medyaya AKP’ê tenê bi vê jî nema û çîrokên qelp yên bi gotina, ‘’xwîna şehîd ekte ser rûpelê Qur’anê’ çêkir.

Wêne ji hêla trolên kirêkirî yên AKP’ê ve bi hezaran caran hate parvekirin. Ji dema êrîşên dagirker ve medyaya Tirk li ser medyaya civakî şerê propagandayê û kampanyaya dezanformasyonê dikin.

Teyit.org li wêneyê kola û derxiste holê ku wêne aidî devereke dî ye.

Li gorî Teyit.orgê Ajansa Nûçeyan El Arabîa 9’ê Sibata 2018’an ev wêne bi kar aniye. Wêne ji bo êrîşeke li Libya Bîngaziyê, di dema êrîşeke bi ser mizgeftê de hatiye bikaranîn. Wêneyê Qur’anê yê ku xwîn ketibû ser di malperên dî de jî ji bo êrîşa Lîbyayê hatibû bikaranîn. Her wiha 9’ê Çile Deutsche Welle ya Elman, Reutersê û gelek medyayên rojavayî jî ev wêne bi kar anîbûn.

Leşkerê ku medyaya Tirk bi Qur’anê ve hatî zeliqandin jî leşkere bi navê Fattîh Uysal e ku 13’ê Adarê li Amedê hatibû kuştin.

Dîrekterê nûçeya TRT Worldê Fatîh Er û Karar, A Haber, TRT Haber, Sabah, Yenî Şafak, Haber 7, Millî Gazete û Yenî Akîtê îdîa kiribû ku leşkere navborî Orhan Surmen e.

Orhan Surmen, di dema dagirkeriya Efrînê de 13’ê Adarê hatibû kuştin.