Yek ji endamên Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê Eymen Demîrcan diyar kir ku gelekî girîng e hemû hilbijêr dengê xwe bidin û bang li her kesî kir bi rêya înternetê û hesabên WhatsAppê xwe bigihînin wan.
Eymen Demîrcan ji ANF'ê re qala rêxistinbûn û amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê kir.
Demîrcan diyar kir ku ew bi hevkariya bi Platforma 'Stenbol xwe ji bo hilbijartinê amade dike' ava bûne û got, "20'ê Çileyê ji bo ewlekariya hilbijartinê, belavkirina meclîsan û bi însiyatîfa gel re tevlî hilbijartinê bibin, em li hev civiyan. Ji wê rojê ve em dixebitin. Meha Çileyê li Stenbolê me rêxistinbûn ava kir. Niha li Stenbolê em li nêzî 20 navçeyan rêxistinbûyîne. Li bajarên din jî niha ava dibin."
Demîrcan anî ziman ku meclîsên wan gelekî rengîng e û hemû hêz û derdorên li derveyî bloka AKP-MHP'ê dimînin di nava xwe de vedihewînin.
Demîrcan diyar kir ku wê giraniyê bidin ser ewlekariya hilbijartinê û got, "Partiyan namzetên xwe diyar kirin. Perspektîfa me ew e ku em destekê bidin hemû namzetên mûxalîf, destekê bidin mûxalefetê. Ji bo mûxalefet li hemberî bloka desthilatdariyê bi ser bikeve, em dixwazin gavan biavêjin."
Di dewama axaftina xwe de Demîrcan bi bîr xist ku bikaranîna dengan gelekî girîng e û anî ziman ku ev yek her wiha tê wateya dengdayina ji bo demokrasiyê.
Demîrcan işaret bi girîngiya parastina sindoqan jî kir û got, "Tişta herî krîtîk ew e ku mirov sindoqan biparêzin. Gelekî girîng e em li ser her sindoqê hebin. Xuya ye wê di tûra yekemîn de kes bi ser nekeve û hilbijartin ji tûra duyemîn re bimîne. Lewma hemû welatiyên ku demokrasiyê diparêzin, mîna ku Selahattîn Demîrtaş got, bila bêjin 'Em ê te nekin Serok'. Em bang li her kesî dikin ku bi rêya malpera me ya înternetê û hesabê me yê WhatsAppê xwe bigihînin me."
Malpera înternetê ya meclîsê: secimsureci.org/basvuru
Xeta WhatsAppê: +90 542 823 54 78