Meclîsa Jinê ya Marsîlya 1. kongreya xwe lidar xist

Meclîsa Jinê ya Marsîlya 1. kongreya xwe lidar xist

Li bajarê Fransa Marsîlyayê "Meclîsa Jinê ya Şehîd Arîn Mîrxan" 1. kongreya xwe lidar xist.

Kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Fransa Marsîlyayê pêk hat, 200 delege beşdar bûn. Di encama nîqaşên hatin meşandin de endamên 7 komîsyonan hatin diyarkirin.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, Meclîsa Jinê ya "Şehîd Arîn Mîrxan" kongreya xwe ya 1. lidar xist. Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û bi hilbijartina dîwanê dewam kir.

Di axaftinên li kongreyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin û hat destnîşankirin ku destketiyên berxwedana lehengî ya li Rojava derketiyên jinê û gel e. Hat ragihandin ku divê ruhê berxwedanê yê li Kobanê bandorê li rêxistinbûyîna li her qadê bike.

JIN PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ NE

Di kongreyê de rewşa siyasî jî bi dorfirehî hat nirxandin. Di nirxandinan de bi taybetî bal hat kişandin ser pêşengiya jinê ya li hemû qadan û piştre rewşa rêxistinî hat nirxandin.

Piştî nîqaşên li ser pirsgirêkên jinê yên li Ewropayê, rêzikname hat xwendin û pejirandin.

MECLÎSA JINÊ YA JI 44 KESAN HAT HILBIJARTIN

Di rojeva herî dawî ya hilbijartinê de jî komîte hatin avakirin, meclîsa jinê ya 44 kesan bi hilbijartinê hat diyarkirin. Navê şervana YPJ'ê Arîn Mîrxan a li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Meclîsê hat kirin. Di kongreyê de meclîsên rêxistinî, dîsîplîn, perwerde, çapemenî, têkiliyên derve, dayikên aştiyê û çandê hatin avakirin û hat ragihandin ku meclîs wê bi rêya van komîsyonan xebatên xwe bimeşîne.

Kongre bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Berxwedana Kobanê" bi dawî bû.