Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em li rex berxwedana Efrînê ne
Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de helwest nîşan da û got, ‘’Em li rex gelê Efrînê ne, em li berxwedaniya Efrînê xwedî derdikevin.’’
Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de helwest nîşan da û got, ‘’Em li rex gelê Efrînê ne, em li berxwedaniya Efrînê xwedî derdikevin.’’
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.
Meclîsa Jinan a HDP’ê di daxuyaya xwe de got Erdogan xeyala welatekî wiha dike ku bi hişmendiya komên çete yên cîhadîst ên weke DAÎŞ-OSO’yê dorpêçayî desthilatdariya xwe bidomîne, derewan li gelên Tirkiyê dike, bi navê ‘operasyon’ê dixwaze gelên Tirkiyê ji bo encamên şer qanih bike.
HEQÎQETAN VEDIŞÊRIN
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi bomdarî got, ‘’Gelên Tirkiyê kişandine nav şer û çiraveke ku li ser derewan ava kirine. Ji bo kesên ku ji şer re dibêjin ‘na’, rexneyê li êrîşên ser Efrînê tînin bêdeng bike, ji bo parvekirina agahiyên ji kanên cuda asteng bike, mirovan binçav dike û ev jî delîla wê ya berbiçav e ku desthilatdarî derewan dike û hewl dide ku heqîqetan veşêre.’’
‘EM LI BERXWEDANÊ XWEDÎ DERDIKEVIN’
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi berdewamî got rewşa di rewşa berdest ji devê rayedarên dewletê gefên kavilkirin, kuştin, çewistandinê dertê, ên ku li dijî vê êrîşê dertên terorîst têne îlankirin, çeteyên sivîl bi zirxên bêcezakirinê hatine peçan û ew ji vê re dibêjin, ‘NA’ û ‘RAWESTE’.
Herî dawî wiha hate gotin: ‘’Rawesta li dijî êrîşên li ser Efrînê rawesta li dijî sazûmanîbûna faşîzmê, dîktatoriya yek zilamî ye û yên ku di li dijî şerî û armanca ku dixwazin vî şerî di nav gelan de sor bikin dertên divê li dijî vê helwesta xwe nîşan bidin. Em li rex gelê Efrînê ne, em li berxwedan Efrînê xwedî derdikevin.’’