Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Meclîsê sardana baskên jinan ên partiyên siyasî kirin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo de bi baskê jinan ên partiyên siyasî re li meclîsê hevdîtin kirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin, bi baskê jinan ên partiyên siyasî re hevdîtin dabû destpêkirin. Di şandeya DEM Partiyê de Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglû, endama Koordînasyona Jinan û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Canan Çalagan û Parlamentera Stenbolê Ozgul Sakî cih girtin. Şandeyê bi Baskê Jinan a CHP’ê, Baskê Jinan a Partiya DEVA’yê û Buroya Jinan a Partiya Karkerên Tirk re hevdîtin pêk anî.

Meclîsa jinan serdana xwe ya îro bi dawî kir.

Şande sibê wê bi baskên jinan ên EMEP û AKP’ê re hevdîtinê bike.