Meclîsa Gel a Demokratîk a Osnabruckê hate sazkirin
Meclîsa Gel a Demokratîk a Osnabruckê hate sazkirin
Meclîsa Gel a Demokratîk a Osnabruckê hate sazkirin
Li bajarê Almanya Osnabruckê Meclîsa Gel a Demokratîk ku ev demek bû amadekariya wê dihate kirin, hate sazkirin.
Civîna sazbûnê ya Meclîsê, bi beşdariya gelek kesan li Komeleya Çandê ya Kurdistanê pêk hat.
Piştî rêzgirtinê, Serokê Meclîsa Gel a Herêma Bielefeldê Tahir Koçer axaftinekê kir. Koçer bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirinû diyar kir ku di encama têkoşîna 35 salan de AKP neçar maye ku Kurdan muxatab bigire.
Piştî axaftina hilbijartin pêk hat. Di encamê de ji bo 8 komîsyonan 33 kes hatin hilbijartin. Di rojên pêş de Meclîsa Gel dê civîna xwe ya yekemîn pêk bîne û seroka/ê xwe diyar bike.