Meclîsa Ciwanan a HDP’ê avakirina xwe ragihand

Meclîsa Ciwanan a Rojava ku demekê ji bo avakirinê xebatên xwe didomandin, avakirina xwe ragihand.

Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê bi daxuyaniyek çapemeniyê avakirina xwe îlan kirin.

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Enqereyê li pêş Navenda Giştî ya HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî endam û rêveberên HDP'ê jî tevlÎ daxuyaniya ciwanan bûn. Ciwanan di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" “Ruhê 68'an li her derê ye" û “Ne girêdayî be azad be" berz kirin.

Li ser navê ciwanan Endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê Nuda Dogan daxuyanî xwend. Dogan, Pêla ku Denîzan, Mahîran û Kemalan da destpêkirin, her dem li gorî şert û mercên dîrokê xwe guhertiye, nû kiriye û têkoşîna xwe berdewam kiriye. Li aliyê din tundî û zexta li ser ciwanan jî berdewam kiiye. Hêzên hegemon her dem bi rê û rêbazên cuda li ser ciwanan gefan dixwin. Li dijî vê yekê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û Mazlûmê Demê Zulkuf têkoşîn berdewam kiriye û aniye îro. Em jî wê vê têkoşîna dîrokî li gorî rol û rista wê berdewam bikin. Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî bal kişand ser rol û rista ciwanan û got: “Ev gavek pir girîn e. Bi taybetî pêdiviya siyaseta Tirkiye bi siyaseta ciwanan heye. Em bang li ciwanan dikin ku tevlî siyasetê bibin. Divê ciwan mudaxaleyî siyasetê bikin û tevlî siyasetê bibin."